Dê jin di 12'ê Tîrmehê de li Dêrsimê bin 2020-07-10 12:21:39   AMED - Ew ê Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya kampanyaya 'Têkoşîna Jinê li her Derê ye' di 12'ê Tîrmehê de li Dêrsimê bin. Endama PM a HDP'ê Rabia Tekaz bi gotina 'Em li Dêrsimê hevdu bibînin' banga beşdariya jinê ya meşê kir.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta kampanyaya 'Têkoşîna Jinê li her Derê' di 10'ê Hezîranê de dabû. Meclîsa Jinê ya HDP'ê li her derê Tirkiyeyê di çar astê de kampanya da meşandin. Kampanyaya ku mehekê dewam kir ew ê bi asta çaremîn bi mijara tundiya li ser jinê û êrîşa zayendî ya li ser zarokan dewam bike. Ew ê têkildarî vê mijarê çalakiyên cuda bên lidarxistin. Meşên ku ew ê li Mêrdîn û Êlihê bihatan lidarxistin ji ber Covid 9 hat betalkirin. Ew ê di 12'ê Tîrmehê de li Dêrsimê meşa herêmî pêk bê. Têkildarî mijarê Endama PM a HDP'ê Rabia Tekaz axivî.    'Em ê dîsa li aqubeta Gulîstanê bipirsin'   Rabîa Tekaz da zanîn ku hestiyariya têkildarî pirsgirêkên jinê li qadan daye der û wiha got:"Em ê bi awayekî girseyî biçin Dêrsimê. Ji Gulistan Doku ya ku li Dêrsimê hat windakirin ev 7 meh in agahî nayê girtin. Me her dem Gulistan kir rojeve xwe. Ji bo em dîsa li aqubeta Gulistan bipirsin em ê li Dêrsimê bimeşin."   'Ew ê kampanyayên me bidomin'   Rabîayê diyar kir ku ev kampanya ew ê ne ya dawî be û wiha dewam kir:"Em ê di rojên pêş de dest bi kampanyayên nû bikin. Têkoşîna jinê mayinde ye. Em ê vê her bînin ziman. Hinek zagonên nû hene ku tê xwestin bînin meclîsê. Em her sibeh bi cinayetek nû hişyar dibin. Gelek bûyerên tundiya li ser jinê hene. Li dijî van em ê ji bo rojên pêşiyê xebatên nû bikin."   'Berpirsiyariyeke me ya dîrokî heye'   Rabîayê da zanîn ku tê xwestin jinê li derveyî siyaset û qada cemawerî bên hiştin û wiha got:"Dixwazin jinan têxin nava çar dîwaran. Niha mal ji bo jinan bûye qada cinayetan. Çimkî tundiya li ser jinê jê ji sedî 95 di nava malê tê tê jiyîn. Polîtikayeke sîstemê ya ku dixwaze jinê bê hilm bihêle, heye. Em mecbûrên destkeftiyên xwe yên siyasî biparêzin. Êrîşên cidî li dijî rêxistinbûyina jinê heye. Êrîşên li ser Komeleya Jinê ya Rosayê û buroya KCD'ê di çarçoveya zextên li ser jinê tên kirin. Li dijî van êrîşan berpirsiyariyeke me ya dîrokî heye"   'Em bi mezinkirina tora piştevaniyê bi ser bikevin'   Rabîayê diyar kir ku ew ê wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi hemû jinan re bi awayekî hemdem tev bigerin û wiha got:"Em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Li Kurdistanê jin ji ber nasnameya xwe ya Kurdistanî bi zextan rû bi rû dimînin. Bi tundiya polîsan rû bi rû dimînin. Li dijî zextan em ê bi mezinkirina tora piştevaniyê bi ser bikevin."   'Em di 12'ê Tîrmehê de li Dêrsimê bên gel hevdu'   Rabîayê wiha bi dawî kir:"Divê mijara me ya hevpar rêxistinbûyin û hêza jinê be. Divê mezinkirina têkoşîna jinê peywira me hemûyan be. Ancax em wiha bikaribin hêviya xwe ya ji bo siberojê zindî bikin. Em di 12'ê Tîrmehê de li Dêrsimê bên gel hevdu."