‘Di encama îşkenceyê de çenga wê hat şikandin’ 2020-07-10 09:18:44   MÊRDÎN - Nurcan Aslan ya di çarçoveya doza Nisêbînê de hat girtin û 25 sal ceza lê hat birîn, di pêvajoya binçavkirinan de di encama îşkenceya ku dît de, di çenga wê de şikestin derket holê û hat hînbûn ku nikare xwarinê bixwe. Şikestina di çengeya wê de jî piştî dermankirina li nexweşxaneyê derket holê.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbera 2015-2016’an de di pêvajoya qedexeya derketina derve de 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hatibûn. Nurcan Aslan jî wê demê hîna 15 salî bû û di rûniştina wê ya meha îlona sala borî de 25 sal ceza lê hat birîn û li Girtîgeha Jinan a Tarsusê dimîne. Hat hînbûn ku ji ber îşkenceya di bin çavan de ya li hember Nurcanê çenga wê şikestiye. Dayika Nurcanê, Muzzeyen Aslan destnîşan kir ku Nurcan di temenê biçûk de rastî îşkenceyê hatiye, di encama îşkenceyê de gelek nexweşî jî lê peyda bûne.   Çenga wê şikestî   Muzzeyenê wiha berdewam kir: “Nurcan berê jî bi pençeşêra malzarokê ket. Keça min 15 salî hat girtin. Dema nû hatin girtin, îşkenceyên hovane lê kirin. 25 sal ceza dan keça min. Tevî vê îşkence nesekinîn. Ev 4 sale nexweşiya ku nehat serê wan nema. Teşhîsa pençeşêrê lê danîn. Niha jî nikare nan bixwe. Di îşkenceyê de ji çenga xwe darbe girtiye. Niha jî nikare çenga xwe veke û bigire. Çûye nexweşxaneyê gotine şikestiye. Niha nikare tu tiştekî bixwe.”   ‘Ewil li derve piştre li hundir îşkence lê kirin’   Muzzeyenê diyar kir ku ne li nexweşxaneyê ne li revîrê keça wê nayê dermankirin û got: “Hincet jî vîrusê nîşan didin. Ji ber îşkenceya lê hat kirin keça min ket vî halî. Xweda dizane ku hîna wê çi derkeve. Her tişt anîn serê zaroka 15 salî. Li derve îşkenceyên giran lê kirin, qe nebe bila li girtîgehê lê nekin. Keça min nikare xwarinê jî bixwe. Kezeba min dişewite.”