'Em nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin' 2020-07-10 09:05:11   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî bi dawî nabin û ev rewş jî malbatan dike nava fikaran. Leya Ayas a ku lawê wê li Girtîgeha Tîpa E ya Orduyê girtiye diyar kir ku lawê wê ji ber tevli greva birçîbûnê bûye cezayê qedexeya hevdîtina bi telefonê lê hatiye birîn û ev tişt got: "Ji ber rewşa şewbê em nikarin biçin hevdîtina zarokên xwe û em tenê bi telefonê diaxivin. Lê ew jî qedexe kirine em ê çawa hevdîtinê bikin. Em vê qebûl nakin. Bila ceza îptal bikin."     Li girtîgehên ku her dem bi binpêkirina mafan di rojevê de ne ev binpêkirin di serdema pandemiyê de zêdetir bûn. Yek ji van girtîgehan jî girtîgeha Tîpa E ya Orduyê ye. Li girtîgeha Orduya ya Tîpa E girtiyên ku ji bo mafê xwe û yên girtiyên nexweş biparêzin demekê tevli greva birçîbûnê bûne mehek cezayê hucreyê li wan hatiye birîn. Yek ji van girtiyên ku bi ceza re rûbirû maye jî Kerem Ayas e. Dayika Kerem Leyla Ayas ku derbarê lawê xwe de agahî dan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan da.     Leyla Ayas, anî ziman ku kurê wê di 2016’an di dema qedexeya derketiya kolanan de ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û piştre hatiye girtin. Leyla, got ku kurê wê bi awayek bêhiqûqî hatiye girtin û ev tiştan got: “Kurê min ev 5 sal e girtî ye. Heta niha sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin. Dema nû hat girtin di serî de nêzî 3 mehan li girtîgeha Şirnexê ma, piştre sirgûnê girtîgeha Dîlokê kirin. Li wir lawê min xwest biçe cem girtiyên siyasî lê cihên girtiyên siyasî tune bû û piştî mehekê disa sirgûn kirin û şandin Girtîgeha Sîncanê. Ev nêzî 3 salan e li girtîgeha Sîncanê dimîne."   ‘Em ji tendirustiya zarokên xwe bi fikarin’   Leyla, bi lêv kir ku ji ber ev nexweşiya koronayê ji tendûristiya zarokên xwe gelek bi tirt û fikarin û wiha pêl da axaftina xwe: “Zarokên me di girtîgehê de ne û rewşa wan nebaşe. Ji ber ku ew di nav çar dîwaran de nikarin parastina xwe bikin em gelek ditirsin. Gelek girtiyên edlî û tecawizkar bi pakêta darazê hatin berdan. Lê girtiyên siyasî serbest bernedan. Piştî pêvajoya asayîbûnê li hemû derê jiyan wekî berê hat berdewamkirin. Lê belê di girtîgehan de rewş newisa ye. Ji ber koronayê hemû bernameyên girtiyan hatibûn qedexekirin û ev qedexe li gel rewşa asayî nayên bidawîkirin. Her wekî din ji aliyekî dinê ve jî berhemên paqijiyê û ava vexwarinê nadin zarokên me. Ava qirêj didin wan. Zarokên me dê çawa ava qirêj vexwin.”   ‘Cezayê telefonê yê mehekê li wan birîn’   Leylayê , di dirêjiya axaftina xwe de got ku di girtîgeha Orduyê de girtiyên siyasî ji bo girtiyên nexweş bên berdan û daxwaziyên wan bi cih werin ji bo demekê tevli gireva birçîbûnê bibûn û wiha pê de çû: “Zarokên me dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Kurê min bi rêya telefonê anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş nebaşe. Lawê min anî ziman ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê. Herwiha ji ber ku kurê min û hevalên xwe tevli gireva birçîbûnê bûne  cezayê qedexeya qedexekirina hevdîtina bi telefonê ji bo mehekê li wî û hevalên wî birîne. Ji ber nexweşiyê em nikarin biçin girtîgehê, bi tenê mafê wan ê telefonê heye ew jî hat qedexekirin. Em ê çawa bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Em vê qebûl nakin”   ‘Bila daxwaziya zarokên me bi cih were’   Leylayê di dawiya axaftina xwe de got bila daxwaza zarokên wan bi cih were û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila cezayê li zarokên me birîne îptal bikin. Em ê çawa ji zarokên xwe agahî bigirin. Ev me zêdetir dike fikaran. Daxwaza me ew e ku zarokên me jî bên berdan. Bila hemû girtiyên siyasî berdin.”