‘Jin roleke sereke di avakirina Sûriyaye Pêşerojê de dilîze’ 2020-07-09 16:08:16   Sara Şêx Hesen    HELEB - Jinên ku tevlî konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê bûne, derbarê konferansê de û xalên wê yên bingehîn ên ji bo avakirina Sûriya Pêşerojê nêrîna xwe anîn ziman û gotin: ”Divê pêşeroja Sûriyê ser esasekî demokratîk bê avakirin û jin jî tê de xwedî rol û misyon be. Pêşengtiya jinê di destûra nû de encamên erênî bi xwe re dipejirîne.”   Partiya Sûriya Pêşerojê a bajarê Helebê cara yekemîn Konferansa xwe li dar dixe.  Di konferansê de bi dehan Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, partiyên din yên siyasî, sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn. Konferans li hola Star a taxa Şiqeyêf hat çêkirin. Hola konferansê bi wêneyên Sekertêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û alên Partiya Sûriya Pêşerojê hat xemilandin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, rapora salekê hat xwendin û tê de kar û xebat hatin nirxandin. Jinên ku tevlî konferansê bûne nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.    ‘Projeya me projeyeke demokratîk e’   Endama Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîda Ebdo diyar kir ku ev cara yekemîn e konferansa xwe li Helebê li dar dixin û wiha got: “Ev bû du sal me partiya xwe li Helebê ava kiriye, îro jî me konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de me kar û xabatên xwe yê salekê nirxand û xalên ku kêm mane em li ser wê sekinîn. Armanca me ew e ku em Sûriyekê demokrat bidin avakirin ku hemû pêkhate cihê xwe tê de  bigirin. Di konferansê de gelek nirxandin hatin kirin, weke ku çawa em zêdetir  xebatê xwe çalak bikin.”   ‘Jin roleke sereke di avakirin û sîstema heyî de dilîze’   Endama Komîteya Jinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Nazliyê Oso teqez kir ku weke  jin ew rola xwe ya sereke di nava sîstema heyî de dilîzin û wiha pê de çû: “Em pir kêfxweş in  ku îro me konferansa xwe li dar xist. Di destpêka konferansê de me nîqaşên berfireh kirin û rola jina pêşeng tê de derket pêş. Partiya Sûriya Pêşerojê bi pêşengtiya jinê ku roleke xwe ya sereke di avakirina Sûriyê de û sîstema heyî de heye, bingeha xwe ava kir. Hemû civak bi rengekî hevbeş tê de dijîn. Helbet li vê derê jî em rêhevala xwe Hevrîn Xelef jî ji bîr nekin, ji ber ev partî bi ked û têkoşîna wê jî hat avakirin. Berî ku Hevrîn bibe armanca hovîtiya çeteyên girêdayî tirkiyê, di qada siyasetê de xwedî roleke mezin bû.  Em soz didin tevahî jinên têkoşer ku em ê şopedarê doza wan bin.”   Di dawiya konferansê de hilbijartin  ji bo Rêveberiya Partiya Sûriye Pêşerojê hat çêkirin. kesên ku di hilbijartina hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê  de hatin hilbijartin jî Xalîde Ebdo, Mihemed Hecî Mistefa bûn.   Konferans bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.