Di meha hezîranê de 4 jê jin 188 karkerî jiyana xwe ji dest dan 2020-07-09 13:39:55   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎSÎG'ê diyar kir ku di nêviyê sala 2020'an de 934 karkerî jiyana xwe ji dest dane. Li gor rapora hezîranê 4 jê jin û 8 jî jê zarok bi tevahî 188 karkerî jiyana xwe ji dest dan.    Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Kar a Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên karkeran a meha Hezîranê aşkere kir. Li gorî raporê di meha Hezîranê de herî kêm 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di dewama raporê de wiha hat gotin: “Em ê weke Meclîsa ÎSÎG’ê têkoşîna xwe ya li dijî cînayetên karkeran dewam bikin.”   Derbarê cînayetên kar ên karkeran de, di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Ji 188 karkerên jiyana xwe ji dest dan 147 jê karmend û karkerên bi mûçe, 41 jê karkerên dikandar û cotkar in. Ji karkerên mirin 4 jê jin in.  Dîsa 8 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan û ev mirinên zarokan di karê çandiniyê de rû dane.”