Navenda Piştevaniya Jinê ya Qersê piştgirî da 500 jinî 2020-07-09 09:31:02   QERS - Navenda Piştevaniya Jinê ya Qersê di du mehên dawî de piştgirî da 500 jinî. Berpirs û pispora xizmeta civakî ya navendê Zehra Anli daxwaz kir ku jin ji Xeta Morê xwe bigihînin wan.    Şaredariya Qersê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 6'ê Gulanê de Navenda Piştevaniya Jinê ava kiriye. Navenda piştevaniyê ya ku piştî vekirinê dest bi faaliyetên xwe kir gihaşt gelek jinî. Berpirs û pispora xizmeta civakî ya navendê Zehra Anli têkildarî xebatên ku kirine, axivî.    Me xwe gihaşt 500 jinî    Zehra da zanîn ku wan di pêvajoyeke tundî zêde bûye de Navenda Piştevaniya Jinê vekirine û got heta niha wan xwe gihaştine 500 jinî û alîkariya wan kirine. Zehra got jin dikarin ji ser 'Xeta Morê' xwe bigihêjin wan.    Ji her qadê piştgiriyê didin jinê    Zehra anî ziman ku li navendê ji bo jin û zarokan navend tune ne loma jî jinên li bajêr eleqeyê nîşanî Navenda Piştevaniya Jinê didin û got:"Di du mehên dawî de gelek serîlêdan ji bo navendê çê bû. Em piştgiriyê derûnî, hiqûqî, kesayetî didin jinan. Gelek jinên li derveyî bajêr dixwazin piştigiriyê bidin hene û em bi wan re di nava têkiliyê de ne. Di dema pandemiyê de barê jinan zêde bûn. Jinên ku em bi wan re axivîn anîn ziman ku mêr bi wan diqêrin, tundiyê li wan dikin û xwe li ser wan tatmîn dikin. Di serdema pandemiyê de tundiya mêr a li a li ser jinê zêdetir bû.    'Ji her bajarî jin dikarin xwe bigihêjin me'   Zehra dîsa bi bîr xist ku jin dikarin ji ser 'Xeta Morê' hejmara 0472 223 44 79 xwe bigihînin wan. Zehra da zanîn ku ne tenê li Qersê jin dikarin ji her bajarî xwe bigihêjin wan.    'Em li vir in'   Zehra da zanîn ku divê jin li hember tu tundiyê bêdeng nemînin û got:"Jin tirsa 'Ez dev ji hevserê xwe berdim ew ê çi bê serê min' dijîn. Jin vedikişin ku li me bigerin û derdê û pirsgirêkên xwe ji me re bibêjin. Em her bi malbatan re di nava têkiliyê de ne. Em bang wan dikin ku werin navenda piştevaniyê û em bi wan re rû bi rû biaxivin. Armanca me ew e ku em ji jinan re bibêjin hûn bi hêz in û em li gel we ne."