Li dijî efûya destdirêjiyê pilana çalakiyê 2020-07-09 09:09:31   AMED - Cigira serokê Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram Koluman, da zanîn ku li dijî ‘efuya destdirêjiya li zarokan a bi rêya zewacê’ amadekariyên wan hene û wiha pê de çû: “Di rewşa sererastkirina ji nû ve bikeve rojevê wê plana me ya çalakiyê hebe.”   Pêşnûmeya ku wê pêşiya 'bi rêya zewacê destdirêjiya li zarokan efû dike', tê payîn ku bînin meclîsê û li dijî vê dengê rêxistinên jinan û hemû aliyan bilind dibe. Pêşnûme di mijdara 2016’an de anîbûn rojevê lê li ser bertekên jinan paşve hatibû kişandin. Cigira serokê Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram Koluman, balkişand ser pêşnûmeyê û got di rewşa pêşnûme bikeve jiyanê de wê rê li ber travmayên mezin vebibe.   ‘Divê zarok ji sûc bê parastin’   Gazalê destnîşan kir ku divê pêşî li destdirêja li hember zarok bê girtin û wiha pê de çû: “Pêşnûme nayê wateya ku piştî destdirêjiyê zarok bê parastinê an jî pêvajoya darazê bê berdewamkirin. Beriya ku zarok rastî pêkanînê bê, mexdur nebe divê tedbîr bên girtin. Divê dewlet peywira xwe bîne cih û hem saziyên îdarî û hem jî şaredarî, piştgiriyê bidin û peywira xwe bînin cih.”   ‘Qanûn ji 2016’an heta niha di rojevê de ye’   Gazalê balkişand ser qanûna ku di 2016’an de jî hatiye rojevê û got li ser îtîraza rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinan, xebatkarên di qada jin û zarokan de dixebitin û aktîvîstan şûnde hatiye vekişandin û got: “Di 15’ê Nîsanê de sererastkirina înfazê ji meclîsê derbas bû. Di vê mijarê de agahiyên ku wê qanûna destdirêjiyê jî bê meclîsê hat rojevê. Her çiqas bê înkarkirin jî parlamenterên AKP’ê gotin ew tiştek wisa difkirin. Di qanûnê de xalên ku pêşî li zewaca zarokan vedikin hene. Em vê gelek xeter dibînin. Her wiha bi vê pêşiya mehra olî jî tê vekirin. Ez dixwazim îfade bikim ku bi tu awayî ev nikare bê qebûlkirin.”   Gazalê balkişand ser xebatên xwe û bi lêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de xebat li ser çapemeniya civakî meşandine û wiha dawî lê anî: “Di rewşa ku sererastkirina efûya destdirêjiyê bê rojevê de wê plana me ya çalakiyê hebe. Hatina vê sererastkirinê ya meclîsê jî encamên bi xof derdixe holê.”