'Jinên li hember êrîşên dewleta tirk têdikoşin rastî tundî û zilmê tên' 2020-07-09 09:03:29   Ferîde Zade   ŞEHBA - Têkildarî êrîş û kiryarên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ji Ragihandina Jinê û ji Rêveberiya Kongreya Star anîn ziman ku jinên ku li hember êrîşên dewleta tirk têdikoşin rastî tundî û zilmê tên û wiha gotin:"Îro jin di hemû waran de berxwedan û têkoşîna xwe dide meşandin, ji bo wê rastî êrîşên dagirkeran tên. Lê tevî hemû zilm û zordestiyê jin dev ji têkoşîna xwe bernadin."    Êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî jinan dewam dikin. Dewleta tirk û komên girêdayî wê her roj êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Herî dawî jî di 23'yê Hezîranê de êrîşî gundê Helincê yê bajarê Kobanê kirin û di encama êrîşan de sê jinên pêşeng jiyana xwe ji dest dan. Li dijî van êrîşan, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn di hemû waran de kar û xebatên xwe dimeşînin. Têkildarî êrîş û kiryarên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ji Ragihandina Jinê û ji Rêveberiya Kongreya Star nêrînên xwe parve kirin.    'Jin nirxên civakê yên herî pîroz in'   Ji Rêveberiya Desteya Jinê ya herêma Efrînê, Zelox Reşîd bal kişand ser têkoşîna jinan a li hember qirkirinê û wiha got: "Dewletên desthilatdar di hemû êrîşên xwe de yekem jinan armanc digirin, bi taybet jinên zane û bi rêxistinkirî. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinên pêşeng û siyasetmedar ji aliyê dewleta tirk ve hatin armancgirtin. Li dijî van êrîşan jinan soza şopandina rêya jinên têkoşer dan. Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze îrade û hebûna jinan biçewisîne. Îro li tevahî cîhanê şoreşa jinê deng veda, loma çiqas pêkhate hebe li ser bingeha wekheviyê xwe bi rêxistin dikin, ji bo wê dewleta tirk hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn dike armanca êrîşên xwe. Jinên ku ji bo civak û nirxên xwe têdikoşin dibe armanca dewleta tirk, mînaka wê jî Hevrîn Xelef e. Hêzên dagirker bi qetilkirina jinan kîn û hovîtiya xwe derdixîne holê. Em jî li beramberî êrîş û kiryarên dewleta tirk xwe bi rêxistin dikin û hemleyên xurtir dest pê dikin. Jin ew e ku li gor xweza û nirxên civakê yên herî pîroz tev digerin."   'Bi objektîfa xwe em ê rastiyê nîşanî tevahî cîhanê bidin'   Nûçegihana Ajansa Hawarê ya herêma Efrînê, Medya Henan jî hedefgirtina rojnamevanan a ji aliyê dewleta tirk ve wiha anî ser ziman: "Dema mirov daxwaza eşkerekirina riya heqîqetê bike rastî êrîş, girtin û binçavkirina dagirkeran tê. Hêzên dagirker ên dewleta tirk ji bo rêya rojnamevanên azad bigire û kiryarên xwe veşêre bi dehan rojnamevanên azad girt, binçav kir û gelek rojnameger gihîştin şehadetê. Gelek caran rojnamevanên ku dixwazin rastiyê bidin pêş û ji cîhanê re ragihînin zext li ser wan hatiye kirin. Her wiha bi dehan qenal, ajans û rojnameyên me hatine girtin, li hember van zextan têkoşîna rojnamevanên azad zêdetir dibe. Rojnamevanên wek Dilîşan Îbîş û Nûjiyan Erhan xwestin hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê derxînin holê, lê gihîştin şehadetê. Wek rojnamevanên jin em ê xwedî li keda hevalên xwe yên şehîd derkevin û bi objektîfa xwe em ê rastiyê nîşanî tevahî cîhanê bidin."   'Em ê bi têkoşîna xwe li hember pilan û dagirkeriyê bisekinin'   Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman hedefgirtina jinan a ji aliyê dewleta tirk ve şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: "Rêxistinbûyin ji jinê dest pê dike û wiha civakek azad û demokratîk ava dibe. Erka ku dikeve ser milê Rêxistina Kongreya Star jî civakê bi rêxistin û perwerde bike. Jinên ku dixwazin li hember êrîşên dewleta tirk têbikoşin rastî kiryaran tên. Her roj jinên ku li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî mane rastî kiryarên dagirkeriyê tên. Herî dawî jî hevala me ya ji Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û hevalên wê bûn armanca êrîşên dewleta tirk a dagirker. Em ê xwîna Zehra û hevalên wê li erdê nehêlin û xeyala wan pêk bînin. Em ê bi têkoşîna xwe li hember pilan û dagirkeriyê bisekinin. Îro jin di hemû waran de berxwedan û têkoşîna xwe dide meşandin, ji bo wê rastî êrîşên dagirkeran tên. Têkoşîna jinê encama fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ji bo wê em ê her dem rêka azadiyê hilbijêrin û hebûna jinê di hemû waran de mayinde bikin."