'Di nava şer û bombebaranê de têkoşîna bijîşk û hemşîreyan her li pêş e' 2020-07-09 09:02:33   Sorgul Şêxo     EYN ÎSA - Xebatkarên Nexweşxaneya Ş.Umer Elûş ên navçeya Eyn Îsayê têkildarî êrîşên dewleta tirk û rewşa Nexweşxaneya Ş.Umer Elûş de anîn ziman ku ji bo rizgarkirina nexweş û birîndaran ew her dem di nava hewildanê de ne û wiha gotin:"Di nava şer û bombebaranê de têkoşîna bijîşk û hemşîreyan her li pêş e."   Kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn dewam dikin. Ev 9 meh in ku dewleta tirk bi dehan gundan topbaran dike û jiyana sivîlan xistiye xeteriyê. Di encama van êrîşan de bi hezaran xwendekara ji dibistanên xwe qut bûn. Zarok nikarin bi awayekî azad bilîzin û hedef tên girtin. Li gorî ku Rêveberiya Nexweşxaneya Eyn Îsa ji me re diyar kiriye ji destpêka êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê heta niha, tevî jin û zarok jî di nav de zêdetirî 25 sivîlan  jiyana xwe ji dest dan e û nêzî 90 jî birîndar bûne.    Bi saya Nexweşxaneya Ş.Umer Elûş ku di 26'ê Kanûna 2019'an de hate vekirin, jiyana bi hezaran mirovan heta niha ji mirin û nexweşiyê parastiye. Xebatkarên Nexweşxaneya Ş.Umer Elûş ji  me re axivîn û xebatên xwe yên 9 mehên di nava şer de nirxandin.    'Kêliyên birîndariyê pir bi êş e, lê bi rûkenî û coşa serkeftinê sivik dibe'    Ji Rêveberiya Nexweşxaneya Ş.Umer Elûş Betul Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku rû dide û qurbaniyên wê û wiha got:  "Ev 9 meh in şerê dagirkeriyê ye û rojekê jî ranewestiyaye. Heta niha jî zarok, jin, mêr û kal birîndar dibin û rojan e bi giranî gundewarên Eyn Îsa tên topbarankirin. Hinek rojan zarokên ku ji ber mayîn û topan birîndar bûne û di encamê de ling û destên wan jê bûne tên. Em her hewl didin ku alîkariya wan bikin û jiyana wan xilas bikin. Her çiqasî dilê me di dermankirin û dîtina birîndaran de diêşe jî, lê bi rûkenî û coşa serkeftinê em wê hêsan dikin."   'Di nava şer û bombebaranê de têkoşîna bijîşk û hemşîreyan her li pêş e'   Betulê da xuyakirin ku bijîşk û hemşîre jiyana xwe ji bo xilaskirina jin an jî zarokekê dixin xeteriyê û wiha dewam kir: "Dema ku gund tên topbarankirin û agahî tên ku birîndar hene, yekser em xwe û ambolansê amade dikin û diçin birîndaran tînin. Dema em diçin ji bo  xilaskirina jiyana sivîlan, em ji aliyê çeteyan ve tên hedefgirtin. Ruxmî wê jî em erkê xwe yê exlaqî û wîjdanî bi cih tînin. Mînaka wê jî di heyva destpêkê ya şer de 3 xebatkarên me yên tendrustiyê ji aliyê çeteyan ve hatin hedefgirtin û bi rengekî pir hov ew şehîd kirin. Yek jê jî rêhevala me Mediya bû. Di nava şer û bombebaranê de têkoşîna bijîşk û hemşîreyan her li pêş e."   'Pêwîst e li hember sûcên dewleta tirk helwesteke zelal û cidî were nîşandan'    Betûlê bi lêv kir ku pêwîstî bi dîtina sûcên şer ên dewleta tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê heye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Qedera bi hezaran sivîlan ne mirin, jiyan e. Daxwaza me jî ew e ku şer êdî raweste, êdî bes e. Pêwîst e rêxistinên  mafê mirovan û rêxistinên navneteweyî dengê xwe bikin. Bi zelalkirina helwesta xwe ya li hember kiryar û sûcên dewleta tirk a dagirker em dikarin jiyana sivîlan biparêzin."   'Di kêliyên lîstina zarokan de rûdana teqîn û topbaranê ye'   Zeyneb Xelîl jî bi lêv kir  ku tirs bandorê li zarokan dike û wiha dom kir: "Şer aliyekî hêz û aliyê din jî tirsê bi  xwe re ava dike. Êdî ne derûniya zarokan û ne jî ya malbatên wan baş e. Kêliya herî bi êş ew e ku rojekê, zarokek dema ku li ber mala xwe lîstok dilîstin hatin topbarankirin û dengê qêrînê rû da. Di kêliyên lîstina zarokan de rûdana teqîn û topbaranê ye. Ev zilma li ser zarokan nayê qebûlkirin."   'Zarok ji mafên xwe yên jiyanî bêpar tên hiştin'   Zeynebê anî ziman ku wan barekî giran hilgirtine ser xwe û wiha pê de çû:"Rast e ez niha 20 salî me lê barê ku me hilgirtiye jî giran e, ji bo xilaskirina jiyan û giyanê zarok, jin û her kesî em dikarin canê xwe jî bidin. Şûna ku zarok perwerdeya xwe di dibistanan de bibînin, wekî birîndar tên nexweşxaneyê. Zarok ji mafên xwe yên jiyanî bêpar tên hiştin."   'Qetilkirina zarokan sûcekî şer e'    Zeynebê ev yek di dawiyê de anî ziman: "Qedera zarokan ne mirin, jiyan e.  Pêwîst e bijîn da ku siberoja xwe ava bikin. Qetilkirina zarokan sûcekî şer e. Pêwist e were dîtin û pêşî lê were girtin."