ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-09 09:00:00       *Xebatkarên Nexweşxaneya Ş.Umer Elûş ên navçeya Eyn Îsayê têkildarî êrîşên dewleta tirk û rewşa Nexweşxaneya Ş.Umer Elûş de anîn ziman ku ji bo rizgarkirina nexweş û birîndaran ew her dem di nava hewildanê de ne û wiha gotin:"Di nava şer û bombebaranê de têkoşîna bijîşk û hemşîreyan her li pêş e." DÎMEN HEYE   *Têkildarî êrîş û kiryarên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ji Ragihandina Jinê û ji Rêveberiya Kongreya Star anîn ziman ku jinên ku li hember êrîşên dewleta tirk têdikoşin rastî tundî û zilmê tên û wiha gotin:"Îro jin di hemû waran de berxwedan û têkoşîna xwe dide meşandin, ji bo wê rastî êrîşên dagirkeran tên. Lê tevî hemû zilm û zordestiyê jin dev ji têkoşîna xwe bernadin."  DÎMEN HEYE   *Xizmetên ku ji bo taxa Palûka Sûrê dihat kirin piştî tayînkirina qeyûmê hat rawestandin. Jinên li taxê dijîn pirsgirêkên wekî komnekirina çopan, gemariya avê û tunebûna rê anîn ziman û gotin: "Piştî tayînkirina qeyûmê ji bo taxê tiştek nehat kirin û em bi pirsgirêkan re rûbirû man."  BI DÎMEN    *Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berîtan Yaşar diyar kir ku bi taybet li hember jinên ciwan, li hember hemû aliyên civakê furya êrîşê di dewrê de ye û got: “Bersiva me ya ji bo êrîşan wê her tim rêxistina zêdetir be. Em ê dest ji têkoşînê bernedin.” BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku peyaman Stenbolê ya niha di meriyetê de ye û di fîliyatê de pêk nayê hedef tê girtin û diyar kirin ku rakirina peymanê wê şîdeta mêr zêde bike. BI DÎMEN    *Cigira serokê Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram Koluman, da zanîn ku li dijî ‘efuya destdirêjiya li zarokan a bi rêya zewacê’ amadekariyên wan hene û wiha pê de çû: “Di rewşa sererastkirina ji nû ve bikeve rojevê wê plana me ya çalakiyê hebe.” DÎMEN HEYE   * Malbata Radieh Alihajjo ji ber şer ji gundê Helebê berê xwe dan Kobanê û piştre hatin Amedê. Radieh bi alîkariya cîranan jiyana xwe didomîne û got: "Jiyana koçberiyê her tim zehmet e. Niha em bê cih û bê war man. Ez niha 4 zarok û 5 neviyên xwe xwedî dikim. Her wiha kurekî min jî hem nexweş û hem jî astengdar e. Ji bo kurê xwe tedawî bikim pere hewce ye." BI DÎMEN    *Li Westanê ji aliyê Midûriyeta Herêma Daristanê ve li qada mesîreyê tabelaya ‘qedexe ye’ hat daliqandin û li herêmê kana kalkerê hat vekirin. Her wiha 11’emîn Midûriyeta Herêma Riyên Beşayî jî ruhsat da. Ekolojîst û endezyar jî xwe amade dikin ku serlêdana sûc bikin. BI DÎMEN