Daxwaza berdana Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek hat redkirin 2020-07-08 13:31:12   AMED - Dadgehê bi hinceta “gumana revê heye” îtîraza ji bo berdana Dayika Aştiyê Makbule Ozbek ku hatibû girtin red kir.   Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku hat birêvebirin 23 kes hatibûn girtin û yek ji van jî Dayika Aştiyê Makbule Ozbek a 72 salî bû. Dayika Makbule Ozbek bi hinceta beşdarî daxuyanî û çalakiyan, serdana taziyeyan bûye û du zarokên wê di şer de jiyana xwe ji dest dane bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û tê darizandin.  Makbule li Girtîgeha Amedê di hucreya karantînayê de tê girtin.    Berdana Maqbûleyê hat redkirin   Gelek nexweşînên Makbule  hene û tevî vê yekê jî girtî ye. Parêzerên Makbule  ji bo berdana wê serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Amedê dan û xwestin were berdan. Dadger bi hinceta “gumana revê heye” serlêdan ango îtîraza parêzeran red kir û xwest Makbule  girtî were darizandin.    'Çalakiyên Dayika Makbûle beşdar bûye bi temamî demokratîk in'   Parêzera Makbule Ozbek, Gulşen Ozbek anî ziman ku dayika Makbule Ozbek tu sûc nekiriye û wê ji bo aştiyê û hin bêtir însan neyên kuştin beşdarî çalakî û daxuyaniyan bûye. Gulşen anî ziman ku çalakiyên Dayika Makbûle beşdar bûye bi temamî demokratîk û mafê qanûna bingehîn e û beşdariya wê ya wan çalakiyan nabe sûc. Gulşen da zanîn ku gelek nexweşînên kronîk ên miwekîla wê hene û divê ne girtî were darizandin û tevî raporên wê hene jî daxwaza wan hatiye redkirin. Gulşen destnîşan kir ku gumana reşkirina delîlan nîne û girtina dayikek 72 salî nayê qebûlkirin.