Parêzer ji bo biçin hevdîtinê serlêdan kirin 2020-07-07 11:25:35   STENBOL -  Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêbarê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Raziye Tûrgût, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di sala 2019’an de bi Ocalan re 5 hevdîtinan kiribûn.    Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve parêzeran 82 serlêdanan kiriye, lê serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî neyînî nehatine bersivandin.