'Rojbîn hevşaredara me ye wê serbest berdin' 2020-07-07 11:17:54   WAN - Jinan bertek nîşanî îşkenceya li  Rojbîn Çetîn a ku li Artemêtê hevşaredartî kir, xebatên jinan dan meşandin û 11 roj e di bin çavan de tê girtin dan. Jinên li Wanê ku Rojbînê ji ber xebatên wê ji nêz ve nas dikin wuha gotin: "Rojbîn hevşaredara me ye. Demildest wê serbest berdin."    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endma Lijneya Rêvberiyên Demokratîk ên Xwecihî Sevîl Rojbîn Çetîn ku kuçik û polîsan bi hev re îşkence lê kirin 11 roj e di bin çavan de tê girtin.  Rojbîn a ku li Artemêtê hevserokatî kiri û tevli gelek xebatên jinan bûye ji aliyê jinên Wanê ve ji nêz ve tê nasîn. Li taxa Xaçortê ya Artemêta Wanê me mîkrofon dirêjî jinan kir. Jinan diyar kir ku wan di hilbijartinên xwecihî de dengê xwe dane Rojbîne û bertek nîşanî îşkenceya lê hat kirin û di bin çavan de gitina wê dan.    'Rojbîn hevşaredara me ye'   Perîhan Aşkan, diyar kir ku êrîşên li hemberî Gelê Kurd û jinên kurd zêde bûne. Perîhanê wiha berdewam kir, "Bi kuçikan êrîşî  Robînê kirin û şopên îşkenceyê her kesî dîtin.  11 roj e jî di bin çavan de tê girtin. Rojbînê hevşaredara me ye û divê serbest bê berdan. Min îşkenceya li Rojbînê hat kirin ji televîzyonê temaşe kir. Em hem li ber ketin û hem jî em hêrs bûn. Îşkenceya li Rojbînê hatiye kirin li tevahiya jinan hatiye kirin.  Êdî bes e. Divê Gelê Kurd bi yekitiyê bersivê bide van êrîşan. Di demeke wiha de yekitî girîng e."   'Divê tu jin vê qebûl nekin'   Hediye Ozlu jî diyar kir ku divê jin îşkencea li Rojbînê hatiye kirin qebûl nekin  û ev tişt got: "Rojbîn ji ber ku jineke gelek ji dil bû ev îşkence lê hat kirin. Ew hevşaredara me ya ku me hilbijartiye. Tişta li Rojbînê hatiye kirin li tevahiya kurdan hatiye kirin.  Em vê îşkenceyê qebûl nakin. Kesên vê zilmê dikin bê wijdan in."   Sevîm Kaplan jî diyar kir ku ew dixwaze Rojbînê demildest bê berdan û wiha berdewam kir: "Rojbînê di heman demê de nexweşa penceşêrê ye. Ji bo jinan têkoşîn daye û jineke mînak e .Divê Rojbînê demildest serbest bê berdan."   'Rojbîn hevseroka jinan bû'   Behîce Abî jî diyar kir ku tundiya li ser Gelê Kurd her ku diçe zêde dibe û ev tişt got: "Îşkenceya li Rojbînê hat kirin sûc e. Hevşaredara me taca serê me ye. Di navbera jinan de tu cudahî nekir. Bi zarokan re bû zarok bi mezinan re bû mezin. Robîn hevşaredara jina ye."