'Desthilatdar nikare jina azad bêdeng bike' 2020-07-07 10:57:33   Lîlav Elî   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê dest bi rêzecivînan kiribûn îro bi dawî bû. Jinên ku beşdarî rêzecivînan bûne dan zanîn ku jin hêza civakêye û gotin: "Her çiqas dewleta tirk di hemû aliyan ve êrîşên hovane bi kar bînê jî, nikare dengê jina azad û qêrîna jinan bêdeng bike."   Rêzecivînên Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê li seranserî Kantona Şehbayê di 1'ê hezîranê de destpêkiribû îro bi dawî bû. Di rêze civînan de rewşa siyasî a dawî û rewşa jinê hat nirxandin. Di komcivînan de bi dehan jin amadebûn. Jinên ku beşdarî komcivînan bûne nêrînên xwe parvekirin.   Jina bi navê Nebîhe Silêman di axaftina xwe de qala tundiya li ser jin ji aliyê hêzên dagirker ve kir û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser jinan em bi tundî şermezar dikin. Her wiha dewleta tirk cihên ku dagirkiriye her roj jin rastî tundiyê tên û bi rojane tundiya li ser jinan zêdetir dibe. Ji bo ku em rewşa siyasî û rewşa jin ji nêz ve nasbikin rêzecivînek wiha hat lidarxistin. Ev civîn jî dihêle ku em hîn zêdetir di derheqê jinan de bi zane bibin û têkoşîna xwe bidin meşandin. Em ê têkoşîna xwe li hember hemû cureyên tundiyê bidomînin û jinên ku rastî tundiyê tên em ê tola wan hilînin. Jin hêza civakêye, ji bo wê armanca dewleta tirk a dagirker ewe ku dîroka xwe yê reş ji nû ve vegerîne û desthilatdariya xwe li ser jin bimeşîne. Lê jin ji bo azadî û hebûna xwe rê nade desthilatdaran. Bi banga azadiyê rêxistinbûyina jin mezintir dibe."   'Berxwedan û têkoşîna me li hember dagirkeriyê bi dawî nabe'   Jina bi navê Raniya Mihemed jî balkişand ser rêzecivînan û wiha domand: "Armanca lidarxistina rêzecivînan ew e ku em hemû jinan di aliyê rewşa heyî û rewşa jin de agahdar bikin. Me gelek agahiyên girîng ji civînê wergirt û rewşa jin di wê rêzecivînan de hat şîrovekirin. Di roja îro de bi pêşengtiya jin kombûyin çêdibe ew jî diyar dike ku jin di jiyanê de xwe mayin de dike. Her wiha di rêzecivînên wiha de yekbûna me derdikeve holê, dewleta tirk jî ji bo ku ev yekbûn ava nebe bi hemû cureyên qirêj êrîşên xwe berdewam dike û jinê dike armanca êrîşên xwe. Em ê herdem civîn û perwerdeyên xwe berdewam bikin û wê berxwedan û têkoşîna me li hember dagirkeran bi dawî nebe."   'Desthilatdar nikare jina azad bêdeng bike'   Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Til Rifetê Rîhaê Elo jî rêzecivîn nirxand û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Rêzecivînên Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê di 1'ê tîrmehê de des pê kir û duh bi dawî bû. Armanca vê civînê ewe ku em bikaribin jinan di hemû waran de agahdar bikin û jin li ku derê êş û zordariyan dikşînin ji jinan re parvebikin. Her wiha em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe dawî li ser tundiya jinê bînin. Her çiqas dewleta tirk di hemû aliyan ve êrîşên hovane bi kar bînê jî, nikare dengê jina azad û qêrîna jinan bêdeng bike."