Girtiya nexweş bêyî derman bikin şandin girtîgehê 2020-07-07 10:23:14   ÎZMÎR - Jina nexweşa penceşêrê Fatma Ozbay ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê gitî ye piştî 7 mehan rakirin nexweşxaneyê û bêyî ku tu dermankirinek lê bê kirin, şandin girtîgehê.   Xuşka Fatma Ozbay Gulser Ozbay, diyar kir ku xuşka wê ya bi nexweşiya penceşêrê ye piştî 7 mehan rakirin nexweşxaneyê û bi hinceta doktor tune ye bêyî ku tu dermankirinek lê bê kirin careke din vegerandine girtîgehê. Li gorî agahiyên ku Gulîstanê dane Fatma diyar kir ku xuşka wê dûrî hevalên xwe û bi jineke ku nexweşa tansiyonê re di qawîşa ji 3 kesan pêk tê A-19 de di karantînayê de tê hiştin. Gulserê diyar kir ku nexweşiya xuşka wê ya penceşêrê di asta 3'em de ye, di laşê wê de birîn dertên û divê ku doktorekî beşa onkolojiyê divê wê derman bike. Gulserê anî ziman ku xuşka wê dixwaze biçe qawîşa nêzî hevalên xwe.    Gulserê got ku rewşa Fatmayê her ku diçe giran dibe, daxwaznameyên ku ji rêxistinên maf û baroyan re hatine nivîsandin jî nehatine şandin.