Hefteya hunerê li Şehbayê dewam dike 2020-07-07 09:16:16   ŞEHBA - Çalakiya hefteya hunerê di roja heftan de li kampa berxwedanê hat lidarxistin.   Hefeteya hunerê ku bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê û bi dirûşma "Cineta yekem kevane, werin em zindî bikin" di roja xwe yê heftan de berdewam kir bernameya xwe li kampa berxwedanê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê bi tevlûbûna şêniyên kampê li dar xist. Her wiha dayikên Efrînî bi cil û bergên gelerî tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de xwerinên kevnar ên kurdan bi armanca zindîkirina çandê amade kirin.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Tevgera Kevana Zêrîn Rûhayîn Bekir armanca hefteya hunerê wiha anî ziman: "Ev heft rojin em çalakiya hunerê li dar dixin û em li hemû gundewar û navçeyên Şehbayê çanda xwe ya kevnar zindî dikin, ji ber parastina çandê li ser milê me teva ye."   Paşê koma şehîd Mizgîn a jinên temen mezin stranên gelerî pêşkêş kirin. Şanoyek li ser paqijiyê ji aliyê koma listikek şanoyê yaşehîd Barîn a zarokan hat pêşkêşkirin. Koma şehîd Avêsta ya stranan û koma şehîd Çiyayê Kurmênc a govendan li ser navê Tevgera Çand û Hunerê tevlî çalakiyê bûn û hunerên xwe pêşkêş kirin.    Bername îro wê li navçeya Ehrez a Şehbayê bi dawî bibe.