Li dijî mirina bigûman a jinan meş 2020-07-07 09:10:24   Hîkmet Tunç   WAN - Meclîsa Jinan a HDP’ê di hefteya fînala kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ li dijî mirina biguman ya jinan wê li Agiriyê meşekê pêk bîne. Endama Meclîsa Jinan a HAP’ê ya Wanê Leyla Atsak kampanyaya ku meheke didome nirxand û ji bo meşa fînalê ya di 11’ê Tîrmehê de pêk tê bang kir.   Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî şîdeta li ser jinan, qanûna înfazê, tayînkirina qeyûman, xespkirina mafê jinan û êrîşa li hember pergala hevserokatiyê kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ da destpêkirin. Kampanya ket hefteya xwe ya dawî. Jin wê fînala kampanyayê li Agiriyê bikin. Li dijî mirina biguman ya jinan wê li Agiriyê meşa fînalê pêk bê. Di hefteya dawî de bername didomin û Meclîsa Jinan a Wanê HDP’ê lez da xebatên bernameya xwe.   Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Wanê Leyla Atsak xebatên li Wan û bajarên derdorê nirxand û ji bo meşê banga tevlîbûnê kir.   ‘Jin hepsî malê kirin û şîdet derket du katî’   Leylayê bi lêv kir ku li cîhan û Tirkiyeyê modernîteya kapîtalîst krîzek mezin dijî û desthilatdariyên vê krîzê dikin derfet êrîşî jinan dikin. Leylayê got: “Di pêvajoya pandemî de jin hepsê malê bûn û şîdet derket du katî. Armanca me jî ev e ku em li dijî şîdeta mêr rêxistinbûna jinê pêk bînin û torên piştevaniyê mezin bikin. Me li hemû navçeyên Wanê jin li malên wan ziyaret kirin û me der barê meşandina têkoşîn û piştevaniyê de dan û standina fikr û nêrînan kir. Piştre jî me der barê şîdetê de nêrîn girtin. Bi vê armancê me li kargeriyan jî jin ziyaret kirin û nîqaş meşand.”   ‘Em îşkenceyê tu car qebûl nakin’   Leylayê bal kişand ser şîdeta li ser aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn hatiye kirin jî û got li dijî vê bi awayekî hevdem li gelek bajaran bertek anîne ziman û wiha pê de çû: “Em îşkencê teqez qebûl nakin. Ji bo vê têkoşîna me bênavber didome.”   ‘Em ê destur nedin tunekirina dîrokê’   Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser talankirina xwezayê û got bi HES’an re komkujiya xwezayê tê hedefkirin û got: “Geliyê Zîlan ji bo Gelê Kurd cihekî girîng e. Me projeya HES’ê ya li wir tê çêkirin protesto kir. Êrîşa li hember xwezayê li hember jinan e. Em ê desturê nedin tunekirina dîrokê.”   ‘Em ê li dijî mirina biguman ya jinan bimeşin’   Leylayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew gihiştine hefteya çaremîn a kampanyayê û got: Tevî hemû astengiyan me kampanya xwe meşand. Em hefteya dawî bi meşa fînalê bidawî bikin. Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Agiriyê li dijî mirina biguman meşê pêk bînin. Em ê bi hemû pêkhateyên xwe re di meşê de bin. Ez bang li hemû jinên Serhedê dikim ku piştgiriyê bidin meşê.”