Li parêzera îşkence belge kir îfade hat ferzkirin 2020-07-07 09:09:36   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn ya ku li Amedê hat binçavkirin û piştre bi îşkenceyê re rûbirû ma, birin Mêrdînê. Parêzer Gulîstan Ataş ya îşkenceya  li Rojbînê bi belgeyan nîşan da jî li şaxa TEM’ê bi sifata ‘gumanbar’ îfade lê hat ferzkirin.   Aktîvîsta TJA’yê û endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Rojbîn Sevîl Çetîn ku di 26’ê hezîranê de di serde girtina malê de bi îşkenceyê re rûbirû mabû, 10 roje di binçavan de ye. Parêzer Gulîstan Ataş ya çû serdana Rojbînê, îşkence bi wêneyan kir belge. Piştî Gulîstanê îşkence teşhîr kir şûnde, Şaxa TEM' a Amedê xwest îfadeya Gulîstanê bigire. Gulîstanê der barê îşkence û piştî wê de axivî.   ‘Muwekîla min ji min revandin’   Gulîstanê diyar kir ku di 27’ê Tîrmehê de muwekîla wê Rojbîn sewqî edliyeyê hatiye kirin û wê demê ligel Rojbînê bûye û got: “Li bedena wê şopa îşkencê hebû.Ez bi teredutim ku îşkence di rapora nexweşxanê de tê din an na. Nikaribû bimeşe. Ji bo lawaboyê pişgirî xwest. Ez pê re çûm. Şopên îşkenca bedena xwe nîşanê min da. Min jî îşkence kir belge. Ji bo serlêdana sûc belgekirina îşkencê girîng e. Min sûc dît. Polîs ji bo kişandina wêneyan bi min re nîqaş kir û muwekîla min ji gel min revandin.”   ‘Li emniyetê hewl dan îfadeya min bigirin’   Gulîstanê diyar kir ku li ber edliyeyê amîrê şaxa TEM’ê çûye cem wê û gotiye 'wê der barê te de lêpirsîn bê destpêkirin' û got: “Navberê de du saet derbas bûn ez ji bo muvekîlek xwe ya din çûm TEM’ê. Li wir li min geriyan û gotin divê îfadeyê bidî. Min got ez li TEM’ê me û amîrê TEM’ê hat got li ser talîmata dozger divê îfadeyê bidî. Min got ji bo çi îfade tê girtin. Got der barê tiştên îro hatine jiyîn de. Min got ‘ez gumanbarim?’ û wî jî got 'wê bi sifata gumanbar îfadeya te bê girtin'. Min got talîmata dozger hebe jî ez dixwazim bibînim, ancax dozger dikare îfadeya min bigire.”   Gulîstanê wiha dawî lê anî: “Min îşkenca li Rojbînê hatiye kirin tespît kir. Yek ji peywira parêzeran jî ev e ku binpêkirina maf tespît bikin. Sûcek hebe peywira parêzerane ku vê ragihîne merciyên têkildar. Divê der barê gumanbaran de jî demildest lêpirsîn bê destpêkirin.