Dayika Fatma Gulîstan bertek nîşanî helwesta serdozgeriyê da 2020-07-07 09:08:36   ŞIRNEX - Fatma Elarslan a 13 salî, di qedexeya derketina kolanan a navçeya Hezexê de hat qetilkirin. Serdozgerî bi îfadeya şahîdê nepen lêpirsîn da destpêkirin û piştre jî bi hinceta "hewcehî bi şopandina dosyayê tune" dosya girt. Dayika Fatmayê Gulistan Elarslan, bertek nîşanî helwesta serdozgeriyê da û diyar kir ku ew ê li pêy edaletê bin.    Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di 16'ê sibata 2016’an de qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di 7'ê adarê de cenazeyê zaroka 13 salî a bi navê Fatma Elarslan li kolanê hatibû dîtîn. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê li ser îfadeya şahidê nepen bi hinceta "Endama rêxistinê ye" lêpirsinek da destpêkirin. Piştre jî dozger bi hinceta “Hewcehî bi şopandina dosyayê tune" dosyê girt. Malbata Fatmayê derbarê mijarê de bertekên xwe anî ziman û daxwaza pêkanîna edaletê kir.    Dayika Fatmayê Gulîstan Elarslan, di axaftina xwe de bal kişand ser temenê Fatmayê û got: "Fatma 13 salî bû, zarok bû û diçû dibistanê. Di pola 7'an de bû. Bi hinceta 'endama rêxistinê ye' dozger lêpirsin dabû destpêkirin. Gelo zarokak çawa dikare çek bigire destê xwe û şer bike. Zarokek çawa dikare mirovan bikuje. Em nizanin ku dewlet çima wisa nêzî zarokên me dibe."    Gulîstan, di axaftina xwe de wiha qala serpêhatiya keça xwe kir: "Keça min bi zarokên min ên din re ji bo biçe Stenbolê li otobûsê siwar dibe û piştre jî winda dibe. Em li pêy keça xwe ketin lê me tu agahî jê negirt. Piştî 20 rojan şûnde li me geriyan û gotin 'bên cenazeyê zaroka xwe ji morga Mêrdînê bigirin'. Em çûn me cenazeyê Fatmayê anî û li Cizîrê defin kir. Li gorî rapora otopsiyê ji ber parçeyê bombeyê Fatma jiyana xwe ji dest daye. Li gorî dozger Fatma sûcdar bû. Lê em dibirsin zarokeke 12 salî çawa dikare çekê bigire. Em vî tiştî qebûl nakin. Fatma hat kuştin."   Dayika Fatmayê Gulistan, di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî helwesta serdozgeriyê da û got: "Em tu carî biryara serdozgeriyê qebûl nakin. Heta ku edalet pêk bê em ê lêgerîna xwe bidomînin."    Parêzerê dozê Veysel Vesek jî got ew ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin û wiha berdewam kir: “Piştî vê biryarê me serî li Dadgeha Qanûnê da. Ev biryara ku hatiye dayîn nayê qebûl kirin. Zarokek çawa dikare çek bigire destê xwe."