'Divê jin helwesta xwe bikin yek’ 2020-07-07 09:07:38   Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Endama Komîteya Şopandina Tundiya li ser Jinê di Rêxistna Sara de Mûna Ebd- El Selam, derbarê tundiya li ser jinan, pêkanînên ku jin pê re rûbirû dimînin de nirxandin kir  û wiha got: "Dewleta tirk bi rêbazên herî qirêj êrîşî vîna jinan dike û dixwaze destkeftiyên şoreşa jinan têk bibe. Ev  tişta tê kirin jî bi serê xwe tundî ye. Ji bo ku em bikaribin tundiya li jinan bi dawî bikin pêwiste helwesta me yek be û em ji bo mafê hemû jinan têbikoşin."   Tundiya li hemberî jinan berdewam dike. Cûreyên tundiya li jinan di nava civakê de bi cureyên cuda xwe didin der. Li dijî van cureyên tundiyê ku tê kirin têkoşîna jinan jî berdewam dike. Di nava şoreşa rojavayê Kurdistanê de heta radeyekê jinên xwedî vîn ji tundiyê re bûn asteng. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Şopandina Tundiya li Ser Jinê di Rêxistna Sara de Mûna Ebd- El Selam nirxandin kir.     ‘Desthilatdar ji jinan ditirsin’   Mûna di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku ji aliyê hêzên hegomonîk ve ser jinan tê kirin û wiha got:  "Jin bingeha guhertin û veguhertina  civakê ye, ji bo wê hertim hêzên desthilatdar êrîşî jinê dikin. Tirsa zîhniyeta desthilatdar ji jinê heye. Jin di her aliyan de pêşengtiyê dike. Bi taybet niha jinan li rojavayê Kurdistanê di  qadên lêşkerî, siyasî û civakî de xwe dane pêş û di êniyên herî zehmet de têkoşînê didin meşandin. Dewleta tirk bi rêbazên herî qirêj êrîşî vîna jinan dike û dixwaze destkeftiyên şoreşa jinê tune bike. Wekî minak mirov dikare pêkanînên dijmirovî yên li herêmên dagirkirî  Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî ku çawa êrîşî jinan tê kirin bide. Dema ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir destpêkê destdirêjî li nirxê jinê kir û jin êşê dikişînin."   'Êrîşa li ser 3 jinên li Kobanê dijminantiya jinan bû'   Mûna di berdewamiya gotina xwe de bal kişand ser dijimnantiya li hemberî jinan û wiha dom kir: "Hêzên dagirker dixwazin bi armanckirina jinan, serweriya xwe ya li ser civakê misoger bikin û êrîşî jinan dikin. Hedefgitina hersê jinên li Kombanê îspata dijminantiya li hemberî jinan bû. Ji ber ku hersê jinên di encama êrîşa li ser Helincê de hatin hedefgirtin jinên xwedî rol û misyon bûn û ji civakê re pêşengtî dikirin."    'Hemû dewlet tundiya li jinan piştguh dikin'   Mûna diyar kir ku rojane jin li hemû welatên cîhanê bi tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha pê de çû: "Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Ev li ser tevna civakî jî aşkera dibe.  Li bakurê Kurdistanê jin bi îşkence û tundiyê re rû bi rû dimînin, bi taybet di  vê dema dawiyê de gelek saziyên jinan ji aliyê dewleta tirk ve hatin girtin û jinên li wan saziyan dixebitîn hatin binçavkirin. Lê li dijî van hemû pêkanînan jî li tevahiya cîhanê bêdengiyeke mezin heye."   'Pêwiste jin helwesta xwe bikin yek'   Mûna di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên jin kir ku helwesta xwe bikin yek û li dijî tundiya li ser jinan têbikoşin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêxistina Sara li dijî tundiya li jinan tê kirin têkoşînê dide û tundiya tê kirin bi belgeyan îspat dike. Ji bo wê divê jin li hev baldarbin û nehêlin ku destdirêjî li nirxê wan bê kirin.  Ji bo ku em bikaribin tundiya li jinan tê kirin bi dawî bikin pêwist e helweta me yek be û em ji bo mafê hemû jinan têbikoşin."