Kanên xîzê dibe sedema mirinan! 2020-07-07 09:06:19   ŞIRNEX - Li Cizîr a Şirnexê kanên xîzê zêde dibin û ev tişt jî rê li ber mirinê vedike. Endama Meclîsa Giştî ya HDP’ê ya Şirnexê Şîrîn Kilinç diyar kir ku divê peywirdar li hember vî rewşê tedbîran bigirin an jî kanên xîzê bigirin.      Çemê Dîcle ji ber kanên xîzê niha bûye cihê mirinê. Li Cizîr a Şirnexê hejmara kanên xîzê ya li Çemê Dîcleyê zêde dibe û niha 5 kanên xîzê li Cizîrê ye. Kanên xîzê ku bi her awayî zirarê dide xwezayî ji bo welatiyan jî dibe sedema mirinê. Ji ber xebatên ku li vir tê kirin li di nava çem de bîr çêdibin. Di nava 3 salên dawiyê de ji ber vê sedemê di nav de zarok jî heyî 20 kesî zêdetir welatî xeniqîn.    ‘Me ji meclîsê xwest ku kanên xîzê bê girtin'    Derbarê mijarê de endama Meclîsa Giştî ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şîrîn Kilinç axivî û anî ziman ku ji ber kanên xîzê her sal bi sedan welatî jiyana xwe ji dest didin. Şîrîn, got ku piştî kanên xîzê hatiye çêkirin di Çemê Dîcleyê de hejmara miriyan zêde bûye û wiha bi lêv kir: “Cihekî wek Cizîrê ji ber ku havînan gelek germ dibe şêniyên navçeyê ji bo xwe hênik bikin dikevin avê. Lê belê ji ber kanên xîzê di çem de bîr çêdibin û ev tişt jî dibe sedema mirina welatiyan. Ji bo ku ev xebata kanên xîzê bê sekinandin me pêşniyar ji meclîsê kir. Lê heta îro jî meclîsê tu bersiv nedaye."    ‘Bila di demekî nêz de tedbîran bigirin’   Şîrîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tedbîran û got: "Divê pêywirdar tedbîran bigire an jî bila ev kanên xîzê bide sekinandin. Kanên xîzê dibe mirina jiyana mirovan. Em êdî naxwazin ku welatiyên me di avê de bixeniqin û jiyana xwe dest bidin. Her wiha di nav şînahiyên li dora Çemê Dîcleyê de gelek ajal dijîn. Lê belê ji ber kanên xîzê şînahî zirar dîtine û ez zirar dibe sedema mirina ajalan jî. Em dixwazin bila di demekî nêz de tedbîran bigirin.”   Walîtiya Şirnexê, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber xetereya xeniqandinê ketina avê li seranserê bajar qedexe kiriye. Walîtiyê, destnîşan kir ku kesên ku qedexeyê bin pê bikin wê bên cezakirin.