‘Naxwazin jin bibin xwedî îrade' 2020-07-07 09:02:10   AMED - Yek jî destkeftiyên jinan pergala hevserokatiyê ye. Pergala hevserokatiyê ya ku bi ked û bedelekE mezin ket meriyetê û ji hêla civakê ve hat pêjirandin bû hedef. Jinên li Amedê dijîn hedefgirtina pergala hevserokatiyê şermezar kirin û gotin: "Divê rola jinan di her qadên jiyanê de hebe. Ji ber vê jî pêdivî bi pergala hevseroktiyê heye."   Pergala hevserokatiyê cara yekem di Partiya Civaka Demokatîk (DTP) de hat pratîzekirin û cara ewîl Aysel Tugluk bû hevserok. Di 2007’an de bi avakirina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) re hevserokatî di rêziknameyê de cih girt û Yuksel Genç bû hevserok. Di 2010’an de jî di kongreya awarte ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî Gultan Kişanak wek hevserok hat hilbijartn. Di 2013’an de BDP de di bin sîwaneya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bûn yek û di rêziknameya HDP’ê de jî hevserokatiyê cih girt û hevseroka ewil ya HDP’ê Sebahat Tuncel hat hilbijartin. Di hin rêveberiyên herêmî de jî pergala hevserokatiyê hat pratîzekirin.    Pergala hevserokatiyê edî di nava civakê de bi bandor bû bi bandorbûnê wê bû hedef. Hevserokên giştî, hevserokên navçe û bajaran ên partiyan, hevşaredar hatin binçavkirin û girtin. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi kampanyaya xwe ya bi navê "Têkoşîna jinê li her derê ye" xwest balê bikişîne ser pergala hevserokatiyê. Me jî derbarê mijarê de li kolanên Amedê nêrînên jinan girt.    Zeyneb Can: Wekî zilaman maf û rolê jinan jî heye. Lê em vî tiştê di nav civakê de ewqas nabînin. Divê rola jinan li her qadê jiyanê de hebe. Ji ber vê pêdiviya hevseroktiyê heye. Bila cihê jinê li siyasetê jî hebe. Bila jin jixwe bawer bin û bi hêz bin.   Narîn Eleftoz: Dema dibêjin hevserok temsiliyeta gel tê hişê min. Çawa ku bibe serokê/a kesek wisa dibe serokê/a civakê jî.  Bi wî awayî li gorî daxwazên gel tê tevdigerin. Dema jin civakê temsil kir ligel xwe wekheviyê jî tîne. Ji ber ku jin bi civakê re girêdayî ye.   Zelala ku nexwest paşnavê xwe bêje: Dema dibêjin pergala hevseroktiyê jin tê bîra min. Wekhêvî û demokrasi ye pergala hevserokatiyê. Jin bi awayê pergala hevseroktiyê dibe xwedî maf.   Turkan Gezgîn: Êdî jin ne wek berê ne. Hêza wan ji gelek tiştan re heye. Gava ku têdikoşin çi bixwazin dikarin bi dest bixin. Her tişt êdî li ser hewldana jinê ye. Êdî jin bi hêz û bi îrade ne.   Xwendevan Fatmanûr Yilmaz: Peyva Hevseroktiyê di siyasetê de ewqas belav nebûye û ne bingehîn e. Lê divê hebe û bê bihîstin. Ger ku ji bo jinan îmkan û derfetan ava bikin, jin li ser gelek tiştan dikarin werin. Ji ber vê yekê divê pêşiya jinan bê vekirin. Mixabin azadiya fikr û ramanan tune ye.   Xwendevan Leyla Guneş: “Li gorî min di her qadê de li ser jinan newekhêviyek heye. Wekî zilaman nikare tevbigere. Ew di siyasetê de jî heye. Dixwazin rol û misyona jinan têk bibin. Lê divê jin bitêkoşin û qadêkê taybet ji bo xwe ava bikin.      Xwendevan Sevdet Yilmaz: Newekhêvî ne tenê di navbera jin û mêran de ye di heman demê de di navbera jin û jinan de jî heye. Divê jin zêdetir bi hêz bibin û bitêkoşin. Divê di bin fikra feraseta baviksalarî de nemînin. Naxwazin jin bibin xwedî rol, misyon û vînê.