Li Mexmûrê Yekitiya Xwendevanên Azad meşek li dar xistin 2020-07-07 08:49:04   MEXMÛR - Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrîşên ku pêk hatî û derbarê gotinên Dîndar Zebarî  ku li ser Mexmûrê anîbû ziman bi meşek girseyî şermezar kirin.   Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistinên Navneteweyî yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zebarî di malpera internetê ya fermî ya PDK’ê de diyar kiribû ku Wargeha Mexmûrê bûye wargeheke serbaziyê. Bi pêşengtiya Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbuna sedan xwendevanên seretayî, navîn, amadeyî û mamosta yên Mexmûrê bi meşekî girseyî parvekirina Dîndar şermezar kirin. Meş li avahiya Dibistanên wargehê dest pêkir û berderiyê BM’ê bi dawî bû. Beriya ku daxuyanî werê xwendîn ji bo tevahî cangiroyên Azadiyê deqeyek rêzhat girtin. Daxuyanî ji aliyê xwendevanê binavê Sîpan Yaman ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye: “Me wekê gelê wargehê jî ji bo parastina rumeta xwe her tişt tê xwe ji dest dan, janên mezin me kişan, lê ber çavênme zarokên me ji ber nebûna xwarine ji ber germ û sermayên yan ji ber nebûna bijişkan jiyana xwe ji dest  dan. Dewleta tirk bi awayeki hovane êrişan pêk tine: ji  bo bingeha armanca xwe hemû rêyen xerab bi kartine.    Li Behdinan gundan xira kirin, bax û bexçeyan şewidandin. Li Şêladizê ciwanan qetil dike, li Slêmaniyê êrişê geştiyaran dike, li Kobanê li ser dayikan bombeyan dibarine, bi destê çeteyên bi kirê girtiye li Efrin, Serêkaniyê û Grê Spî lê hember gelême karên bê rumetkirinê dide meşandin. Li Bakur qirqirina ramyariyê pêşdixe. Her wiha bi rêbazen hovane êrîşe Şengal û Mexmûrê dike.    Her wiha ev salekê dorpeça li hemberî wargehê didome. Hinek kes derdikevin televîzyonan êrişen li ser Gêlê Kurd dipejîrinin. Hinek kurdên ku xwe wekî nunerên gel dinasin dibêjin 'Wargeh wargeheki leşkeriye'. Bi vî awayî piştgiriyê didin tevkujiyê. Li vir em bang li gel û dostên xwe yên Başûr dikin. Dewleta Tirk ne tenê neyarê me ye neyarê her çar perçê Kurdistanêye.    Em wekî ciwanên kurd ên li wargehê dijîn dibêjin ku berxwedana li hember dagirkeran rûmete jiyan û serbilindiyê ye. Divê her ciwan bi awayeki bikeve nava çalakiyan. Em bang li tevahiya mirovahiyê dikin ku li hemberî êrîşên li hemberî kurdan bêdeng nebin. Em wekî xwendekar, ciwan û mamosteyên wargehê êrîşan şermezar dikin û dibêjin berxwedan jiyane"