Li dijî êrîşa zayendî kampanyaya 'Qurdeleya Şîn' 2020-07-06 15:09:39   WAN - Komeleya Têkoşîna Li dijî Êrîşa Zayendî ya li Hemberî Zarokan, starta kampanya “Ji bo zarokan Qurdeleya Şîn bi xwe ve bike” ku her sal ji bo balê bikişîne ser êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan li dar dixe, da.   Komeleya Têkoşîna Li Dijî Êrîşa Zayendî ya li Hemberî Zarokan (ÛCÎM), starta kampanya “Ji bo zarokan Qurdeleya Şîn bi xwe ve bike” ku her sal di meha tîrmehê de ji bo balê bikişîne ser êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan li dar dixe, da.   Serokê Giştî yê ÛCÎM’ê Saadet Ozkan, diyar kir ku ji bo avakirina dadgehên ‘îhtîsasê’, darizandina girtî ya faîlên îstîsmarê, lê zêdekirina Perwerdeya Parastina Zarokan a li bernameya Perwerdeya Neteweyî û prensîba bikaranîna bi bandor a feydeya bilind a zarokan a di darazê de dest bi kampanyayê kirine.    Saadet, destnîşan kir ku ew bi kampanya ‘Qurdeleya Şîn” dixwazin peyama “Ji bo zarokan têbikoşe” bidin û ev bang kir: “Ji bo zêdekirina eleqeya dijberiya îstîsmara zarokan û lezbûna têkoşîna bi îstismarê re em li bendê ne ku her beşên civakê piştgirî bidin kampanya me. Li ser medya civakî hûn dikarin piştgiriya kampanya me bikin. Qurdeleya şîn bi qevda destê xwe ve bikin û wêne û dîmenên vê yekê bi etîketa #jibozarokanqurdeleyaşînbixwevebike (#çocuklariçinmavikurdeletak) lis er hesabên xwe yên medya civakî parve bikin. Bi vê yekê em dikarin dengê zarokên xwe hê zêdetir bidin bihîstin.”