Rojbîn Çetîn 10 roj e di bin çavan de ye 2020-07-06 12:40:39       MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi îşenceyê li Amedê hat binçavkirin û piştre birin Mêrdînê 10 roj e di bin çavan de tê girtin.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn ku di çarçoveya lêpirsîneke li Mêrdînê hat destpêkirin de di 26'ê Hezîranê de li Amedê di mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat îşkencekirin û binçavkirin 10 roj e li Mêrdînê di bin çavan de tê girtin.   Dema binçavkirinê ya Rojbînê du caran hat dirêjkirin. Li bendê ye ku Rojbînê sibe derxin adliyeyê.