Têkoşîna Sevîl Rojbîn Çetîn ya di siyasetê de 2020-07-06 09:04:24     Safiye Alagaş   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku hat binçavkirin û hat îşkencekirin, bi pêvajoya DEHAP’ê re gava yekem avêt siyasetê. Rojbîn aktîvîsta DOHK’ê, parêzvana maf û yek ji jinên ku ji bo pergala hevserokatiyê têkoşîn daye ye.   Aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê Hezîranê de di serdegirtina malê de sê saet û nîvan bi îşkenceya polîsan a bi kuçikê re rûbirû mabû. Rojbîn di 27’ê Hezîranê de jî biribûn Midûriyeta TEM’ê. Îşkenceya li Rojbînê hat kirin piştî demekê derket holê û bertekên mezin hatin nîşandan. Di 30’ê Hezîranê de derxistin dozgeriyê û dozgeriyê bi hinceta kêmasiya delîlan 4 rojan pêvajoya binçavkirinê dirêj kir. Rojbîn 12 roje li TEM’a Mêrdînê tê girtin.   Piştî îşkence derket holê jî rayedarên hikûmetê bi gotina ‘mudaxaleya bi kademe’ îşkencaya polîsan kir parast.   Rojbîn kî ye?   Di 1979’an de li Colemêrtê tê dinê, dibistana seretayî û navîn li wir dixwîne. Di 1998’an de ji beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Suleyman Demîrel mezun bû. Piştre di HADEP’ê de cih girt. Li Colemêrg û Wanê di DOKH’ê de xebat meşand. Di 2010’an de sekreteera şaxa ÎHD’a Colemêrgê bû. Di navenda Jinan a Şaredariya Sixkê ya Wanê de wek civaknas xebitî. Di hilbijartinên 2014’an ên herêmî de ji DBP’ê bû namzeta Artemîta Wanê ya hevşaredartiyê û bi ser ket. Di 24’ê Tebaxa 2015’an de hat binçavkirin û girtin. Di 17’ê îlona 2015’an de jî ji peywirê hat durxistin. Rojbîn piştî 14 mehan şûnde hat tahliyekirin. Rojbînê xebatên xwe bê navber meşandin û her wiha yek ji jinên ku pergala hevserokatiyê pêk aniye ye.    Hevberdevka Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Hediye Karaaslan, der barê mijarê de axivî û got di pêvajoya ku pergala hevserokatiyê nû pêk dihat fikarên wan hebûn lê li Artemîtê pirsgirêkek wisa tunebû û got di dema Rojbînê de navenda jinan hatiye vekirin.   ‘Hewl dan pergala hevserokatiyê krîmînalîze bikin’   Hediyeyê got piştî ji peywirê hatiye girtin, girtina wê bûye destpêka pêvajoyeke nû û wiha pê de çû: “Çawa me bi hevserokatiyê re pergalek nû da destpêkirin, girtina Rojbîn û hevalên me yên din jî pêvajoyek nû bû. Bi taybet ji bo qeyûman zemînek hat avakirin. Pergalê hevserokatî û xebatên jinan xetere dît. Lêpirsîn li hevşaredaran hat vekirin. Hewl dan hevserokatiyê krîmînalîze bikin. Rojbînê di her runiştinê de pergala hevserokatiyê bi awayekî zelal parast. Feraseta xwe ya rêveberiyên herêmî danî holê û parastina wê kir. Rojbînê li girtîgehê jî têkoşîna xwe meşand. Rojbîn di mijara têkoşîna li hember şîdeta li ser jinan de jî xwedî hesasiyetek mezine. Ya ku dewletê har dike jî têkoşîna Rojbînê ye. Êrîşa li hember Rojbînê bi zanebûn hatiye kirin.”