'Sonda me ew e ku em di rêya jinên têkoşer de bimeşin' 2020-07-06 09:01:35   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên ji pêkhateya ereb di derbarê êrîşên dewleta tirk de helwesta xwe nîşan dan û wiha gotin: "Jin hêza civakê ne û bi têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê disekinin. Em hêza xwe  ji jinên ku xwestin têkoşîna azadiyê bilind bikin digirin."   Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê pênasekirin. Ji ber wê dewleta tirk di êrîşên ku pêk tîne de di serî de jinan ji xwe re dike armanc. Ji ber ku yên civakê ava dikin û perwerde dikin jinin.  Têkîldarî êrîşên dewleta tirk jinên ji pêkhateya ereb yên ku li Şehbayê dijîn li dijî êrîşan helwestên xwe nîşan dan.    'Em ê li ser rêya jinên têkoşer bimeşin'   Cîgira Meclîsa Navçeya Ehrezê Lemiya Şêxo êrîşên dewleta tirk li ser jinan şermezar kirin û wiha got: "Sedema aloziya Sûriyê dewleta tirk e. Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên dijahlaq dîroka xwe yê reş dubare dike. Her wiha dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze pêkhateyên ku li Sûriyê dijîn ji hev qut bike û daxwaza wekheviya gelan têk bibe. Ji ber wê jinên ku doza azadiyê û xwbûnê dikin dibin armanca dewleta tirk a dagirker. Jin hêza civakê ye û bi têkoşîna xwe li hember dagirkeriya tikr têdikoşe. Em hêza xwe ji jinên ku têkoşîna azadiyê bilind dikin digirin. Sonda me ye ku em li ser şopa jinên têkoşer bimeşin."   'Bi yekbûna jinan êrîşan vala derxînin'   Endama Meclîsa Navçeya Ehrezê Xezelê Elo jî helwesta xwe li dijî êrîşên dewleta tirk wiha nîşan da: "Em êrîşên dewleta tirk ku li dijî jinan pêk tîne şermezar dikin û em dibêjin destên tevahî jinên Sûriyê wê li hember êrîşên ku jinan hedef digirin bi yek be. Armanca dewleta tirk ew e ku jinên xwedî vîn, hebûn û azad dixwazin ji holê rabike. Em ê jî daxwaza dewleta tirk bi yekbûna jinan vala derxînin."   'Me bi felsefeya Rêber Apo jiyan nas kir'   Endama Komîteya Tenduristiyê ya Naveçya Fafînê Uzeyena Kelo jî êrîşên dewleta tirk şermezar kirIN û wiha pê de çû: "Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo aliyê jiyanê yê ronî nas kir. Em ê careke din venegerin tarîtiyê û xeyalên dijminên jinan wê pêk neyên. Em ê bi têkoşîna hemû pêkhateyên jin tola hevalên xwe yên jin hilînin û riya wan bişopînin."