ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2020'Î 2020-07-06 09:00:00   *Jinên ji pêkhateya ereb di derbarê êrîşên dewleta tirk de helwesta xwe nîşan dan û wiha gotin: "Jin hêza civakê ne û bi têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê disekinin. Em hêza xwe  ji jinên ku xwestin têkoşîna azadiyê bilind bikin digirin." DÎMEN HEYE   *Zaroka Efrînî ya bi navê Rûbî Mihemed Bêrem pêkanînên dewleta tirk ên li Efrînê bi rêya tembûra xwe tîne ziman û dibêje: "Ez gelek ji tembûrê û zimanê kurdî hez dikim. Niha tevî gelek kiryar û êrîşên dewleta tirk li ser me pêk tên. Lê em dest ji çanda xwe bernadin." DÎMEN HEYE   * Aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku hat binçavkirin û hat îşkencekirin, bi pêvajoya DEHAP’ê re gava yekem avêt siyasetê. Rojbîn aktîvîsta DOHK’ê, parêzvana maf û yek ji jinên ku ji bo pergala hevserokatiyê têkoşîn daye ye. DÎMEN   HEYE   *Endama ATO YK Dr. Gulgun Încîrcî Kiran belavbûna zêde ya vîrusa koronayê nirxand û diyar kir ku li şûna ‘normalbûnê’ em bêjin ‘ne normalbûn’ başti e û got: “Ji vir û şûnde normala nû ya cîhanê wê bi pandemiyan re mijûl bûn be.” Li Tirkiyeyê ji 1’ê Hezîranê şûnde gavên normalbûnê hatin avêtin û piştî vê vîrusa koronayê zêdetir bû. Li Dîlok, Enqere, Bursa, Konya û Amedê hejmar zêde bûn. DÎMEN HEYE     *Dayika zaroka penaber a ku bi destdirêjiyê re rûbirû ma, F.H wiha got: “Em li ser axa xwe bûna wê ev tişt nehatiba serê me.” F.H. ji bo gumanbar cezayê herî giran bigire banga piştevaniyê kir. DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik da zanîn ku bi operasyonên li hember jinan dixwazin jinan bitirsînin, têkoşîna wan têk bibin û got: “Divê ev êrîş baş bên dîtin, baş bên tahlîlkirin. Bila kes li bendê serîtewandina jinên kurd nemîne.” DÎMEN HEYE