Rêveberiya Xweser li dijî koronayê tedbîrên nû girtin 2020-07-05 15:24:13   QAMIŞLO - Rêveberiya Xuser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşî li belavbûna koronavîrusê bigire rêzetedbîrên nû girtin.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina li belavbûna Koronavîrusê (Covid-19), rêzetedbîr girtin û destnîşan kir ku ji ber li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê û dewletên cîran şewb zêde belav bûye wan tedbîrên xwe zêde kirine.   Hin tedbîrên hatin girtin wiha hatin rêzkirin:   1- Tevahî dergeh ji duşemê (13.07.2020) ve bi temamî têne girtin.   2- Ji 13.07.2020`an ve kesên derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin, dê heta 14 rojan bikevin karantînayê.   3- Ji ber pandemiya Koronavîrusê, nabe tu cenaze derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin.   4- Divê rêgeza dûrketina ji hev li cihên olî, konên sersaxiyê, şahî û civînên mezin pêk were.   5- Tenê xwendekar ji vê biryarê heta ku ezmûnên xwe bi dawî bikin, têne îstîsnakirin. Lê divê tevahiya tedbîrên tenduristiyê bêne girtin.   Rêveberiya Xweser piştî pandemiya Koronavîrusê li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê û dewletên cîranê de berbelav bû, biryara tedbîran zêde bike da.