ÎHD: Em ê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin 2020-07-05 14:40:05   ENQERE - Endamên Komîsyona Jinan a ÎHD'ê, bertek nîşanî helwesta AKP'ê ku Peymana Stenbolê hedef digire dan û gotin ku ew ê heta dawî xwedî li peymanê derkevin.   Çend roj berê wekilê Serokê AKP'ê Numan Kurtulmuş ji bo Peymana Stenbolê gotibû 'Çawa hatye îmzekirin wê wisa ji îmzeyê jî bê kişandin.' Piştre Serok komarê AKP'yî Tayyip Erdogan jî got "Eger gel dixwaze rakin" û ferman da. Endamên Komîsyona Jinan a ÎHD'ê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî helwesta AKP'ê ku Peymana Stenbolê hedef digire dan û gotin ku ew ê heta dawî xwedî li peymanê derkevin.   Jinan anî ziman ku Numan Kurtulmuş, bi gotina xwe peymana Stenbolê kiriye hedef û wiha cih dan daxuyaniyê: “Bi vê daxuyaniyê tundiya li ser jinan wê zêdetir bibe. Em vê daxuyaniyê pir talûke dibînin. Peyman di encama têkoşîna bi rêxistin a jinan û endamên LGBTİ+ hat îmzekirin. Peyman mafê tevahiya jinan e. Li dijî tevahiya cudakariyê ye. Li dijî tundiyê ye. Em îqtîdara siyasî hişyar dikin. AKP heta niha bi vê peymanê pesnê xwe dida. Lê niha hewl didin ku vê peymanê paşve bikişînin. Di vê pêvajoya ku tundiya li dijî jinan û endamên LGBTİ+ zêde dibe de, bi rakirina vê peymanê dê tundî zêdetir bibe. Ger ku peymanê paşve bikişînin dê tundiyê bi destê dewletê rewa bikin. Li pişt vê hewldanê feraseta militer û otoriter  heye. Em wekî parazvanên mafên mirovan dêli vê peymanê xwedî derkevin û biparêzin. Em diyar dikin ku dê têkoşîna rizgariya jinê bi biryarî pêş bixin. Em li ser navê jinan îqtîdara siyasî hişyar dikin ku tiştekî wisa nekin."