Tecrûbeya têkoşînê ya jinên kurd tê parvekirin 2020-07-05 14:21:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd bi semînerên onlîne wê perspektîfên xwe bi jinên cîhanê re par ve bikin. Bername heta 23'yê Tebaxê wê bidomin.   Tevgera Jinên Kurd perspektîfên xwe û analîzkirina pergalê bi sernava 'Em ê Pêşeroja xwe çawa ava bikin' bi rêya semînerên onlîne wê bi jinên cîhanê re par ve bikin. Panêl û semîneran di 14'ê Hezîranê dest pê kirin û ji hêla endamên networkê ve tên organîzekirinku piştî konferansa 'Jin pêşeroja xwe dihonin' ya 2018'an a li Frankfûrtê pêk hatibû. Bernameyên onlîne wê sê mehan bidomin, ji bilî jinên kurd jinên ji Ewropa, Emerîkaya Latîn, Asya û Rojhilata Navîn wê jin tevlî bernameyê bibin.   Bernameya Onlîne bi sernavê Tecrûbeya tevgera jinên kurd û panêlên bi navê Gotebêjên Cîhana Nû ji du beşan pêk têN.   Di bernameya ku ji 14'ê Hezîranê û vir ve dest pê kiriye de heta niha rewşa girtiyên polîtîk ên li Kolombiya, Kurdistan û Emerîkayê, dîroka tevgera jinên kurd, perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pergala hevseroktiyê hate axaftin.   Bernameya onlîne îşev saet 19.00'an bi semînera bi navê, ''Ji Îdeolojiya azadiya jinê ber bi rêxistinibûna jinên azad'' wê bidome. Di semînrê de wê Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navnetewî ya KNK'ê Nîlûfer Koç biaxive.   Salnameya bernameyê   12'ê Tîrmehê: Bi sernavê, ''Kaxeza turnûsolê ya modernîteya kapîtalîst'' semîner wê were dayîn. Semîner saet 19.00'an wê were kirin, Elîf Sarican, Silvîa Federîcî, Dr. Dersim Dagdevrîran û Radha D'Souza wê axaaftvan bin.   19'ê Tîrmehê: Aryen Rojava (YPJ) wê tevlî semînara bi navê ''Femînîcîde û parastina jinê'' bibe.   26'ê Tîrmehê Nazan Ustûndag wê li semînera bi navê ''Têkiliya di navbeyna azadî û rêxistiniyê de'' biaxive.   2'yê Tebaxê semînera bi navê ''Tiştên ku hêla covîd-19'ê şanî me dan'' wê çêbibe û Roza Burç, Meredîty  Tax (USA), Lorena Cabnal (Guetemala), Benedetta Argentîerî (Italya) , nûnera Kongra-Starê wê hazir be.   9'ê Tebaxê di semînerê de ya bi navê Jîneolojî wê Endama Komîteya Jîneolojiyê ya Ewropayê Yasemîn Adnan wê biaxive.   16'ê Tebaxê Nûnera REPAK'ê Meral Çîçek li ser navê ''Konfederalîzma Jinê'' wê biaxive.   23'yê Tebaxê, bi navê ''Jehrkuja kapîtalîzmê şoreşa jinê'' wê semînerek were dayin. Alesîa Dro, Meral Çîçek, Nûnera Feministas Transfronterizas wê hazir bin.   Di semînerê de guhdar dikarin pirsan bikin, mirov dikare ji qenala  Youtube Women Weaving Future semîneran bişopîne. Her wiha mirov dikare bi adrêsa womenweavingfuture@riseup.net qeyda xwe jî li bernameyê bike.