‘Pêvajoya normalbûnê şaş hat ragihandin’ 2020-07-05 09:07:27   AMED - Yildiz Ok Orak û Elîf Turan Vîrusa Koronayê ya li herêmê zêde bûye nirxandin û diyar kirin ku hejmara testên tên kirin kêm in û gotin pêvajoya normalbûnê jî şaş e.   Piştî pêvajoya normalbûnê, li herêmê bûyerên Vîrusa Koronayê zêde bûn û li dijî bêtedbîriyan jî bertek zêde dibin. Li gorî daneyên Platforma Tenduristiya Amedê, li nexweşxaneyên cuda yên bajêr, 3 hezar nexweş hene, 170 kedkarên tenduristiyê yên enfekte bûne hene û di karantînaya malê de jî 40 hezar nexweşên enfekte hene.   Hevseroka SES a Amedê Yildiz Ok Orak û endama Odeya Tabîban Elîf Turan balkişand ser qelsbûna testên tên kirin.   '40 hezar kes ketin karantînayê'   Yildiz Ok Orak anî ziman ku bi pêvajoya normalbûnê ya meha hezîranê re hejmara nexweşan zêde bûye û got li nexweşxana zanîngehê avahiyek veguhertine nexweşxaneya pandemiyê û got: “Di dawiya meha gulanê de li nexweşxaneyê hejmara nexweşan daket 4 an jî 5’an. Di rojevê de bû ku ew nexweşxane bê girtin û tenê wek nexweşxaneya pandemiyê bimîne.Piştî cejnê bi pêvajoya normalbûnê re hejmara nexweşan di carekê de zêde bû. Li gorî daneyên niha hejmara nexweşên niha 320, kedkarên tenduristiyê yên enfekte bûne 170 û hejmara kesên di karantînayê de jî 40 hezar e, yên li nexweşxaneyê razayî jî 3 hezar e. Ev dane ji bo Amedê derbasdar e. Rewşa herêmê wisa ye. Li Cizîrê qet bûyer tune bû lê di carekê de zêde bû.”   ‘Divê tedbîr bên girtin’   Yildizê destnîşan kir ku hikûmetê turîzm û aborî ji tenduristiya gel girîngtir dîtiye û got: “Mirov her tim tên hişyarkirin. Civak ji girtina tedbîran bêzar bû. Divê rayedar tedbîran bigirin. Tedbîrên şexsî têr nakin. Ji ber vê jî mirov bêzar bûne. Vîrus hîna jî heye. Em hîna di bin bandora pêla ewil de ne û hîna em derbasî ya duyem nebûne. Dibe ku pêla duyem di mehên payîzê de bê. Kes nizane wê çi bibe. Xebatkarên tenduristiyê di şertên xebatê de zehmetiyê dikşînin. Hefteya borî du xebatkarên tenduristiyê întîxar kirin. Sedema zêdebûna vîrusê, derketina derve ya mirovan bû. Welatên Ewropa pêngav bi pêngav ketin normaliyê lê em di carekê de ketinê. Bûyerên pozîtîf ancax bi testan tê tespîtkirin. Divê ji bo xebatkarên tenduristî, banka, postaxane û sektora xizmetê test bê kirin.”   ‘Pêvajoya normalbûnê şaş hat ragihandin’   Endama TTB’ê ya Amedê Elîf Turan jî got li Amed û herêmê ji 1’ê Hezîranê şûnde bûyer zêde bûne û got: “Her roj hejmara mirovên dikevin karantînayê zêde dibin. Pêvajoya normalbûnê şaş hat ragihandin û fêmkirin. Pêvajoya normalbûnê nayê wateya ku em vegerin rewşa xwe ya berê. Divê em rûpoş bi kar bînin û li paqjiya xwe ya şexsî baldar bin. Xebatên tespîtkirina vîrusê baş nameşin. Ji ber vê jî hejmara testan bi sînor maye. Em çiqas testan bikin wê pêşî li vîrusê bigire.”