Bikaranîna hişbirê zêde bû malbat bi fikar in: Çima ji nedîtîve tên? 2020-07-05 09:05:49   EDENE - Ji ber bikaranîna hişbirê zêde bûye, temenê bikaranînê ketiye, şêniyên taxê bi fikar in. Jinan diyar kirin ku ciwanên li dijî hişbirê têkoşîn dan bi sedemên polîtîk hatine girtin û piştî vê jî bazirganên hişbirê li ser her kolanê bicih bûne û gotin: “Polîsên dewletê jî vê dixwazin, ciwanên xwedî hişmend naxwazin.”   Li Tirkiyeyê bikaranîna hişbirê her diçe zêde dibe û temenê bikaranînê daketiye 12 salî. Li metropolan, di serî de li bajarên Kurd ciwanên têdikoşin û xwe rêxistin dikin tên girtin. Yek ji bajarê ku herî zêde kesan koçberî wir kiriye Edene ye. Li hinek taxên wê tabloya derdikeve pêş gelek bi êş e. Şêniyên taxê diyar kirin ku hişbir bi aşkera tê firotin û polîsên li taxa digerin jî vê ji nedîtîve tên.   ‘Ciwanên polîtîk girtin, qad ji baronan re ma’   Şêniya taxa Daglioglu ya Seyhanê, Asya Kutluk bi lêv kir ku li ser her kolanê bazirganên hişbirê bicih bûn û got: “Bi awayekî xof zêde dibin. Ji ber hemû qad ji wan re ma. Hinek hatin vir û van ciwanan bi kar tînin. Piranî ciwan betal in û dikevin kemînan. Zarokên me li ber çavan winda dibin. Berê ciwan polîtîk bûn û ev bûyer zêde nedihatin jiyîn. Lê niha ciwan bêyî sedem tên girtin û qad ji wan re ma. Dewlet bi zanebûn mudaxale nake. Ji ber ciwanên li gorî xwe dixwazin. Ez bang li dayik û partiyên siyasî dikim. Werin em zarokên xwe ji van kemînan xilas bikin.”   ‘Naxwazin ciwanên Kurd bi siyasetê re eleqeder bibin’   Rahîme Solmaz ya ku 3 zarokên wê hene jî bi lêv kir ku ew ji ber zarokên xwe bi fikar in û wiha pê de çû: “Temenê bikaranîna hişbirê ketiye 12 salî. Zarok niha biçûk in, lê nizanim ku pêşerojê de çawa pêşî li vê bigirim. Divê taxên me bên paqijkirin. Polîs van kesan baş nas dike, dibîne lê tiştekî nake. Ew jî naxwazin ciwanên Kurd bi siyasetê re eleqeder bibin. Ji ber vê jî nabînin. Ciwanên Kurd girtin û qad ji wan re ma.”   ‘Em naxwazin zarokên me bibin qurbanê hişbirê’   Ayşe Yaman jî destnîşan kir ku zarokên wê yên mezin hene û wiha got: “Zarokên me derkevin derve ez ditirsim.”    Fîruze Guneş jî wiha got: “Bi taybet dema zarokên keç derdikevin derve ez dikevim nava fikaran. Me zarokên xwe bi kedek mezin xwedî kirine. Em naxwazin bikin qurbana hişbirê. Bila taxên me bên paqijkirin.”   ‘Bi cigareyekê dest pê dike’   Jina bi navê Ayşe Yakut ya 18 salî jî fikarên xwe wiha anî ziman: “Em ditirsin ku derkevin derve. Ez çend caran bûm şahid ku bi cigarekê dest pê dikin. Ewil hinek tên cigareyê didin. Zarok nizanin ew hişbir e û dikşînin. Piştre dibin tiryak. Gelek kesê ez nas dikim û wisa ne hene. Em jin bi fikar in. Em nikarin derkevin derve.Malbat bi fikar in.”