‘Bihêlin bila zarok zaroktiya xwe bijîn’ 2020-07-05 09:04:55   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Dayika 4 zarokan Husna Ataman hêj di 15 saliya xwe de bi zorê hatiye zewicandin û jiyana wê her tim di nava zor û zehmetiyan de derbas bûye. Husna, bang li malbatan kir û got: “Zarokên xwe di temenê biçûk de nezewicînin. Bihêlin bila zaroktiya xwe bijîn.”     Di temenê biçûk de bi zorê tên zewicandin û piştre jî barê herî giran a jiyanê didin ser milên biçûk. Zarok dibin xwedî zarok û bi zarokên xwe re mezin dibin. Husna Ataman jî di 15 saliyê de bi zorê hatiye zewicandin. Husna jî wekî bi hezaran zarokên din rol û misyona ku ji hêla civakê re jê re hatibû ferzkirin hewlda ku bijî. Husna bi zarokên xwe re mezin bû. Husna ji ajansa me re behsa serpêhatiyên xwe kir.   Husna 65 sali ye û dayika 4 zarokan e û xelkê Elkê ya Şirnexê ye. Husna, wiha qala jiyana xwe kir: “Ez bi zorê hatim zewicandin. Min jî dixwest ez zaroktiya xwe bijîm û bilîzim. Piştî ku ez zewicîm jiyan ji bo min gelek zehmet bû. Min tu carî rehetî nedît. Dema ku hevjînê min hat kuştin ez wê demê hîn nebibûm 20 salî jî. Êdî barê min bêtir giran bû jiyaneke zehmet li pêş min bû. Ez û zarokên xwe bi tena serê xwe mabûn, divê ez debara malê bikim û zarokên xwe xwedî bikim. Min zarokên xwe bi xwedîkirina sewaltiyê mezin kir. Barê giran ên jiyanê ji bo min hêj di zarokatiyê de dest pê kir û heta roja îro jî dom kir. Niha ez ligel hemû zehmetiyan têkoşîna jiyanê didim.”   ‘Dem ne dema berê ye’   Husna, da zanîn ku divê tu kes di temenê zaroktiyê de bi zorê neyê zewicandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Divê êdî civak dev ji pergala baviksalariyê berde. Me di zaroktiya xwe de kêfxweşiyê nedît. Lê belê em dixwazin bila zarokên me zarokatiya xwe bijîn. Dem êdî ne dema berê ye.”   ‘Azadî dê bi destê jinê pêk bê’    Husna, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê û kuştina jinê û got: “Em kuştin û şîdeta li hemberî jinê qebûl nakin. Bila mêr destê xwe li ser jinê bikeşîne. Em jin dixwazin êdî azad bin, azadî jî dê bi destê jinê pêk bê.”