‘Pêvajoya niha bêdengî û tirsê napêjirîne’ 2020-07-05 09:03:48   AMED  - Siyasetmedarên kurd bal kişandin ser êrîş, binçavkirin û girtinên demên dawiyê û gotin êrîşeke topyekûn heye û gotin: “Di vê pêvajoyê de edalet û hiqûq nemaye û tenê ji holê rakirina vîna kurd heye. Divê kurd pêvajoya bêdengkirinê qebûl nekin.”    Bertekên li hemberî êrîşên li ser Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha girtin û binçavkirina li herêmê pêk tên didomin. Jin di nirxandinên xwe de diyar kirin ku li hemberî kurdan êrîşeke topyekûn heye û dixwazin kurdan tune bikin. Siyasetmedarên jin derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.    ‘Dixwazin vîna me têk bibin’    Hevşaredara Bajaroka Periyê ya navçeya Mazgîrtê ya Dêrsimê Songul Dogan diyar kir ku bi binçavkirin, girtin, zext û zordariyê dixwazin vîna Gelê Kurd bişkinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta bi salan e êrîşê li me dike. Em vê pergala faşîzmê napêjirînin û li dijî vê têkoşîna xwe didin meşandin. Dewlet vê tiştê bi zanebûn dike. Her wiha dewleta tirk ji jinan ditirse. Ji ber ku dizanin ku em dev ji doza xwe bernadin. Çawa ku li Parîsê Sakîne, Leyla û Fîdanê qetil kirin, dixwazin li Rojhilata Navînê jî jinên têkoşer qetil bikin. Dewleta tirk bi wan êrîşan dixwaze dengê me qut bike.  Ez bawerim ku heger em hemû kurd dest bidin destê hev em ê bi ser kevin.”    ‘Êrîşek topyekûn heye’   Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rabîa Tekas, di nirxandinên xwe de behsa êrîşên topyekûn a li hemberî kurdan kir û wiha bi lêv kir: “Gelê Kurd bi salan e li hemberê wan êrîşên topyekûn re bêdeng nemane dê niha jî bêdeng nemînin. Li hemberê kurdan êrîşek topyekûn heye. Bi taybetî jî li ser jinan didin meşandin. Êrîşa li ser jinên kurd bûye stratejiyekê dewleta tirk. Bi salan e ku li hemberê kurdan polîtîkayên êrîşek topyekûn dimeşînin jin jî her tim di van êrîşan de bûne wek hedef. Ji ber vê yekê êrîşên demên dawiyê jî parçeya vê konsepte ye. Ev pergal herî zêde ji hêza jinê ditirse. Ji ber vê jî stratejiya faşîzmê ya ku “pêşî li jinê lê bixin” xistine pêngavekê girîng.”   ‘Kes nikare qala edalet û hiqûqê bike’   Endama Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirinê (MEBYA-DER) Hulya Varan jî bal kişand li ser girtin û binçavkirinan û wiha got: “Ez ji wan girtin û binçavkirinan şermezar dikim. Dewleta ku dayikek 72 salî dixe girtigehê di vê dewletê de kes nikare qala edalet û hiqûqê bike. Em wek dayik vê helwestê şermezar dikin ev tişt nayê qebûl kirin. Aştî ne sûc e. Niha li ser kurdan şerekî topyekûn heye.  Êrîşên ku niha li ser kurdan heye ji salên 90’î jî derbas bûye. Pêvajoya niha de ji her aliyê ve hovîtiyek tê kirin. Hem li vir hem li Rojava û hem jî li Başûr êrîş hene. Êrîşên ku li her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê tê wateya êrîşa li hemberî hebûna kurda ne.”    ‘Bi girtinan dixwazin gel bitirsînin’    Rêvebara HDP’ê ya Sûra Amedê Makbule Guner, girtin û binçavkirina şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Armanca hikûmeta AKP’ê ew e ku bi girtin û binçavkirinan ji bo hilbijartina pêş de raya kurdan kêm xistine. Çiqas kurd bên binçavkirin û girtin ewqas ji faşîstan piştgiriyê digirin. Her wiha ji ber ku desthilatdariya AKP’ê ketiye tengasiyê êrîşê li kurdan dike. Ew ê heta kengê bikujin û bigirin. Tehemûla wan ji mezelê me re jî tune ye. Ji bo tirsê di nava me de avabikin binçav dikin û digirin. Di salên 90’î de êrîş zêde bûn lê ewqas aşkera nebû.”   Makbule di dawiya axaftina xwe de bang li Gelê Kurd kir ku bila têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Em di nava pêvajoyeke dijwar de derbas dibin û ez bang li Gelê Kurd dikim bila bêdengiya xwe bişkenin. Ev pêvajo bêdengî û tirsê napêjîrîne.”