‘Pêdiviyên bingehîn ên girtiyan pêk nayên’ 2020-07-05 09:02:50   AMED - Tedbîrên ku li dijî vîrûsa koronayê hatin girtin yek bi yek hatin rakirin. Ji destpêke heta îro hemû daxwazên girtiyên siyasî hatin piştguhkirin û Rêvebera TUAY-DER’ê Bahar Peker diyar kir ku niha jî pêdiviyên bingehîn ên girtiyan pêk nayên.    Tedbîrên ku li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) hatibûn girtin piştî 1’ê hezîranê yek bi yek hatin rakirin û pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin. Hem di pêvajoya tedbîran de û hem jî di pêvojaya asayîbûnê de ji bo girtîgehan tedbîrên pêwist nehatin girtin û girtî bi vîrûsê re rûbirû hatin hiştin. Tirs û fikara xizmên girtiyan di vê pêvajoya asayîbûnê de jî didome. Rêvebera Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER) Bahar Peker têkildarî  rewşa girtiyan de ji ajansa me re axivî.    ‘Li girtîgehan pirsgirêka av û xwarinê didome’    Bahar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên girtîgehan û wiha got: “Niha li girtîgehan pirsgirêka sereke nedayîna avê ye. Di nava rojê de tenê du car av tê dayîn. Di pêvajoya pandemiyê ku herî zêde pêdiviya paqijî û hîjyenê heye lê girtî pirsgirêka avê dijîn. Her wiha aliyê xwarinê de jî girtî pirsgirêkên mezin dijîn. Di van şert ûmercên vîrûsa koronayê de pêdiviyên girtiyan a bingehîn tê îxmal kirin. Hevdîtinên koguşan ya bi hev re qedexe ye. Malbatên girtiyan jî ji ber rewşa pandemiyê nikarin bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin.”   ‘Daxwazname bê bersiv dimînin’   Bahar da zanîn ku daxwaznameyên girtiyan nayên bersivandin û wiha axivî: “Girtî li dijî pêkûtî û zehtan her tim daxwazname didan rayedaran, lê ev daxwazname bê bersiv tê hiştin. Daxwazên wan tê piştguhkirin. Her wiha hejmartina li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin. Girtîgeh vî tiştî dike hincet û bêtir li hemberî girtiyan zextê bikartîne.”   ‘Tirs û fikarên me mezin dibin’   Bahar, di axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Wezareta Edaletê û wiha bi lêv kir: “Wezaret di daxuyaniya xwe de da zanîn ku li girtîgehan mirinên ji ber vîrûsa koronayê pêk hatine. Daxuyaniya wezaretê mirovan dixe nava tirs û fikaran. Em daxwaz dikin girtiyên siyasî serbest bên berdan. Em ji bo girtiyan edaleteke wekhev dixwazin.”   ‘Ji Qanûna Înfazê sûde negirtin’   Bahar li ser Qanûna Înfazê wiha nêrînê xwe anî ziman: “Niha gelek zarok ji neçariyê bi dayikên xwe re li girtîgehê ne. Ev tişt ji bo zarokan jî bi xetere ye. Her wiha di pêvajoya vîrûsê de Qanûna Înfazê derket û lê belê girtiyên siyasî ji qanûnê sûde negirtin. Gelek girtiyên ji ber greva birçîbûnê tenduristiyên wan nebaş in. Her wiha girtiyên ku temen mezin hene û di nava koma rîskê de ne. Ev tişt ji bo me fikareke mezin e.” Bahar dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girtin û binçavkirinên demên dawiyê û got: “Her roj girtin û binçavkirin heye. Li hemberî fikr û ramanan zext û zordarî pêk tê. Li hemberî Rojbîn Çetîn îşkenceyek hov pêk hat. Desthîlatdar bi wê bûyerê feraseta xwe ya ku ji salên 90’î de winda nekiriye aşkere kir.”