HDP û HDK: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin 2020-07-04 17:06:59   MUGLA - HDP û HDK, xwest di çarçoveya kampanyaya “Têkoşîna jinê li her derê ye" de çalakiya "Konvoya Xemrî" li dar bixin. Lê çalakiya jinan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Jinan li dijî astengiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.   Di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye", Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) xwestin çalakiya "konvoya xemrî" pêk bînin, lê çalakî ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Jinan bertek nîşanî astengiyê dan û li avahiya HDP'ê ya Muglayê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê jinan hevseroka HDP'ê ya navçeya Bodrûmê Zuhal Macît daxuyanî da.     Zuhal, diyar kir ku îqtîdar pêvajoya vîrûsa koronayê wekî firsendek dît û asta polîtîkayên xwe yên şer û şîdetê mezin kir û wiha got: "Wekî her tim di hedefê de jin hebûn. Lê belê tu carî em li hemberî astengiyan têkoşîna xwe nadin rawestandin û em ê li dijî îqtîdara serdest a mêr bibêjin têkoşîna jinê li her derê ye, em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Zuhal, destnîşan kir ku bi êrîşan daxwaz dikin ku destkeftiyên jinan ji holê rakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pêvajoyeke ev qas zehmet de me kampanyayek da meşandin. Em bi dirûşma 'Têkoşîna jinê li her derê ye' daketin qadan. Em li dijî kedxwarî, şîdet, tecrîd, êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan, serdestî, newekhevî, cudakarî, nijadperestiyê em bi rêketin û em gav davêjin."   Zuhal di dawiya axaftina xwe de bal kişad ser pêşnûme qanûna ku tecawizkarên zarokan efû bike û wiha got: "Em ê siyaseta dirû ya îqtîdara AKP û MHP'ê li her derê teşhîr bikin. Bi Qanûna Înfazê êrîşkar serbest hatin berdan û jin ji neçatiyê bi êrîşkaran re jiyana xwe domand. Her wiha çalakiya me ya 'Konvoya xemrî' bi hinceta ku vîrûsa koronayê heye hat astengkirin. Em li dijî astengiyan banga mezin kirin têkoşîn û berxwedanê dikin."