Li dijî êrîş û şîdetê li Moskovayê civiyan 2020-07-04 16:37:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li paytexta Moskovayê, tundiya li dijî jinê û êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.    Jinên kurd ên li Moskova ya paytexta Rûsyayê, li dijî tundiya li hemberî jinê û êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Endamên Rêxistina Jinên Kurd ên Moskova (Viyan) derbarê mijarê de civiyan û êrîşên li hemberî jin û kurdan şermezar kirin.    Jinan di civînê de bal kişandin ser asta şîdetê û da zanîn ku dewlet ji hêza jinê ditirse û gotin: "Îşkenceya ku li hemberî Rojbîn Çetîn pêk hatî tê wateya îşkence li hemû jinan pêk hatiye. Em bang jinên kurd dikin û dibêjin ku li dijî êrîşan divê yekitî pêk bê. Her wiha divê derdorên navnetewî jî li dijî êrîşên li hemberî herêmên kurd bikevin nava tevgerê."