Li Cizîrê zaroka 15 salî 3 roj in windaye 2020-07-04 16:15:49   ŞIRNEX - Hat zanîn ku li navçeya Cizîra Şirnexê zaroka 15 salî ya bi navê Berî Zîlan Esmeray 3 roj in windaye û tu agahî jê nayê girtin. Hat diyarkirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê, hat zanîn ku 3 roj in zaroka bi navê Berî Zîlan Esmeray windaye. Li gor agahiyên ku hatin destxistin Berî Zîlan, roja pêncşemê jî bo benik bikire derketiye derve û piştre jî tu agahî jê nehatiye girtin.   Li gor agahiyan malbat serî li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê daye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.