Kampanyaya 'Ji Zeynep Celaliyan re azadî' didome 2020-07-04 15:46:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên jin, çalakvanên siyasî-sivîl û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca balê bikişîn in ser rewşa Zeyneb Celaliyan û girtiyên siyasî dest bi kampanyeya "Ji Zeynep Celaliyan re azadî" kiribûn. Heya niha nêzî 600 îmze hatine komkirin.   Çalakvanên jin, çalakvanên siyasî-sivîl û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca balê bikişîn in ser rewşa Zeyneb Celaliyan, di 16’ê nezîrana 2020’an de kampanyayeyek îmzeyan ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan dabûn destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan bi hemû leza xwe dewam dike û heya niha nêzî 600 îmze hatine komkirin. Kesên ku kampanyayê îmzekirine, rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, mamosta û pêkhateyên cûda yên li Ewropa û Rojhilatê Kurdistanê ne.   Kampanya bi rêya torên civakî, facebok, instagram, telegram û rêyên din yên weke semîner û çalakiyan didome.    Çalakvanan, daxwazên xwe yên kampanyayê wiha rêz kirin;   " * Em daxwaz dikin ku Zeyneb Celaliyan demildest bê berdan.   * Tevî Zeyneb Celaliyan gelek girtiyên siyasî bi şewba koronayê ketin. Em bang li aliyên pêywendîdar dikin, zextê li rayedarên Îranê bikin da ku di çarçoveya mafên girtiyan û peymanên navneteweyî de tevbigere.   * Em bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) Neteweyên Yekbûyî, parlemena Ewropa, saziyên mafên microvan yên cîhanê, saziyên li Îran û Kurdistanê û dezgehên ragihandinê dikin ku ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan têkevin nava hewildanan.    * Em bang li herkesî dikin ku tevlî çalakiyên ku wê li ber seferetxaneyên Îranê bên çêkirin bibin û daxwaza azadiya Zeyneb Celaliyan û girtiyên din yên siyasî bikin.   * Her kes dikare bi nivîs, wêne û dîmenan peyamê piştgiriya vê kampanyayê bike.   * Em bang dikin ku her kes mafnameya dijîtal a ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan îmze bike. Wê ew mafname ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, parlemena Ewropa û saziyên mafên mirovan re bê şandin."