Zeyneb Celaliyan hat sirgûnkirin 2020-07-04 13:17:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Zeyneb Celaliyan a ku li Girtîgeha Qerçekê bi Vîrusa Koronayê ketibû û ji ber ku nedihat tedawî kirin dest bi greva birçîbûnê kiribû sirgunî Girtîgeha Kermanê hat kirin.    Ji 25'ê Hezîranê heta niha agahî ji Zeynep Celaliyan nedihat girtin. Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, bi nûçeyekê diyar kir ku girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di peywendiya xwe ya telefonê ya bi malbatê re, diyar kiriye ku wê birine zindana Kirman û gotiye; “Bi min re danûstandinên xirab kirine, dema ku min dibirin zindana Kirman, bê rêzî li hemberî min hat kirin. Nediyar e wê çi bi min were. Heya daxwazên min pêk neyên, ezê çalakiya xwe dewam bikim.”   Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) di 28'ê hezîranê de diyar kiribû ku hêzên Îranê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Qerçek ya Weramîn birine cihekî ne diyar. KMKK’ê diyar kiribû ku agahiya malbata Zeyneb Celaliyan ji rewşa wê nîne û nizanin birine ku derê. Zeyneb Celaliyan, Suheyla Hîcab û Sekîne Perwane li girtîgeha Qerçekî ji bo daxwazên wan pêk bê, dest bi gireva birçîbûnê kiribûn.    KMMK’ê anîbu ziman ku roja pênçşemê (27'ê Hezîranê)  Zeyneb Celaliyan birine cihekî ne diyar. Kes agahî jê nagire. Zeyneb Celaliyan 27’ê Gulana 2020’an de ji Girtîgeha Xoy sewqî girtîgeha Qerçek a nêzî Tehranê kirin. Girtiya Siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji 20’ê Hezîranê de li Girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kirîbû.