Çalakiya hefteya hunerî li Şehbayê didome 2020-07-04 09:14:22   ŞEHBA - Çalakiya hefteya hunerî di roja xwe ya çaran de li gundê Birc Qasê ya navçeya Şêrewa hat lidarxistin.   Çalakiya hefteya hunerî ya ku bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê bi dirûşma "Cineta yekem kevan e, werin em zindî bikin" bi hunerên reng bi reng berdewam dike. Çalakî di roja xwe ya çaran de li gundê Birc Qasê ya navçeya Şêrewa ya girêdayî Herêma Efrînê bi beşdarbûna şêniyên gund hat lidarxistin. Her wiha di çalakiya îro de stran, govend û ji aliyê dayikan ve berhemên xwe pêşkêş kirin.   Piştî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Endama Kevana Zêrîn Zîlan Sîdo derbarî çalakiyê de wiha got: "Em weke Tevgera Kevana Zêrîn bi çalakiya hefteya hunerî rabûne, armanca vê çalakiyê zindîkirina çanda kevnar a kurdan e. Em ê her ji bo zindîkirina çanda xwe li ser piyan bin û hunera xwe pêşkeşî gelê xwe bikin."    Paşê ji aliyê koma Şehîd Viyan Soran ve  bi tabloya govendê, tundiya li ser jinê hat pêşkêşkirin. Her wiha Endama Kevana Zêrîn Romîna Sîdo hunera xwe ya kemanê pêşkêş kir. Piştî wê Koma Şehîd Berçem stranên xwe pêşkêş kirin.    Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.    Hêjayî gotinê ye ku çalakiya hefteya hunerî îro jî wê li kampa Serdem a Şehbayê were lidarxistin.