'Em ê xeyalên rêhevala xwe Zehra pêk bînin' 2020-07-04 09:02:35   Xezne Celal   KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongraya Star a Herêmê Firatê Elmas Romî, derbarê berxwedan û têkoşîna Zehra Berkel de wiha got: "Zehra îrade, hêz û dilxweşiya xwe di nava me de hişt, îro jî em dibînin her kes behsa berxwedan û têkoşîna Zehra dike. Em ê xwedî li keda rêhevala xwe Zehra derkevin, şopdarê rêya wê bin û xeyalên wê pêk bînin."   Dewleta tirk di 23'yê Hezîranê de bi balafirên bê mirov êrîşî gundê Helincê yê Başûrê Kobanê kir. Di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên Kobanê ev êrîş wek komkujî bi nav dikin, ji ber ku dewleta tirk bi rengekî tund êrîşî jinan kir. Derbarê kesayeta têkoşer Zehra û hevaltiya wê de rêhevala wê  Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêmê Firatê, Elmas Romî ji me re axivî.   'Zehra bi hemû jinan re dibû alîkar'   Elmasê da zanî ku dewleta tirk ji hêz û vîna jinên têkoşer, qehreman û berxwedêr ditirse, ji ber vê yekê her tim di êrîşên xwe de jinan hedef digire û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi êrîşa li ser gundê Helincê re xwest careke din komkujiya Kobanê ya 25'ê Hezîrana 2015'an dubare bike û êşa welatiyên herêmê nû bike. Di encama êrîşa li ser gundê Helincê de sê rêhevalên me jiyana xwe ji dest dan. Her sê rêhavalên me ji bo azadiya jinê mîsoger bikin, bi fedakariyeke mezin kar û xebat didan meşandin. Bi taybet jî şehîd Zehra 24 saetan di nava liv û tevgerê de bû. Zehra tevî nexweşiyên xwe li ku derê pêwistî bi kar heba xwe paşde nedikişand û dixwest xwe bi hemû jinan bigihîne. Zehra wiha digot 'Armanca min ya yekemîn azadiya hemû jinan e, ji ber ku yên herî zêde di encama komkujî û şer de êş û zehmetiyan dibînin jin in, ji bo wan ez ê têkoşîn bikim' Zehra bi hemû jinan re dibû alîkar û dema ku jineke xemgîn didît ew jî pê re xemgîn dibû û êşa wê jinê hîs dikir."   'Zehra kesayetek komînal bû û ji aliyê civakê ve dihat hezkirin'   Elmasê behsa gotinên jina têkoşer Zehra kir û wiha axaftina xwe domand: "Carinan Zehra wiha digot 'Ger derfet heba min ê gelek proje çêbikirina, da ku jinên hewcedar kar bikirina û pê debara jiyana xwe bikirina. Bi rêya van projeyan em ê sûdê li jinan bikin, jinê bibin xwedî maf, îrade û aborî' Pir caran amadekariyên Zehra ji bo projeyan jî hebû, Zehra kesayeteke ku tenê ji bo gel kar dikir, dixwest timî xizmeta jin û civakê bike. Zehra bi her kesî re hevaltî dikir û ji aliyê jin û civakê ve dihat hezkirin û qebûlkirin. Zehra di gelek saziyan de kar û xebat daye meşandin, li gor pêwistiyan derbasî saziyan dibû, xwedî li saziyê derdiket û mafê xebatakarên saziyê diparast. Zehra kesayeteke komînal, dirust, bi hêz û xwedî îrade bû, li hember zilmê serî neditewand her tim têkoşîn dikir. Di hemû çalakiyan de Zehra li pêş bû, di perwedekirin û rêxistinkirina jinan de kedeke mezin da. Zehra pir caran digot 'Ez ji xwe bawer im dema ku kar li pêşiya min be bi çi awayî dibe bila bibe ez ê di dawiyê de bi ser bikevim' Bi rastî jî cihê baweriyê bû. Dema şaşitiyên hevalên xwe didît rexne dikir û digot 'Rexne cihê sererastkirin û pêşketinê ye'."   'Em ê tola Zehra û rêhevalên wê hilînin'    Elmasê teqez kir ku şehîd Zehra cihê moralgirtinê bû û dawî li axaftina xwe anî: "Her tim min hêz û moral ji Zehra digirt. Di pêşxistina xebatên Kongreya Star a Herêma Firatê de Zehra kedeke mezin da. Dixwest di her xebatê de xwe pêş bixe û herî dawî jî xwe fêrî ajotina erebeyê kir. Her hevaleke di Kongreya Star de bi şehadeta Zehra diêşin.  Zehra îrade, hêz û dilxweşiya xwe di nava me de hişt. Îro em dibînin her kes behsa berxwedan û têkoşîna rêheval Zehra dike. Dema navê Zehra tê gotin êşa me nû dibe. Tenê ji ber ku ji bo maf û azadiya jinê têkoşîn dikir hat hedefgirtin û dewleta tirk bi rengekî hovane û dijmirovî êrîşî wan kir. Wek kaseyet, endam û rêveberên Kongreya Star em ê tola Zehra û rêhevalên wê hilînin.  Em ê asta kar û xebatên Kongreya Star bilind bikin, tu carî  em Zehra ji bîr nakin û rihê wê dê her di nava me de zindî be. Em ê xwedî li keda rêhevala xwe Zehra derkevin, şopdarê rêya wê bin û xeyalên wê pêk bînin."