Girtiyên siyasî: Em mafê xwe dixwazin 2020-07-04 09:01:33   Medya Uren   AMED - Girtiyên siyasî ên li hemberî binpêkirina mafan li girtîgehan dest bi çalekiya greva birçîbunê ya bêdem û dorveger kirine bang li gel û rayedaran dikin ku xwedî li çalekiya wan derkevin.   Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên girtiyan hertim di rojevê de ye. Bi belavbuna şewba koronoyê re binpêkirin gihişt asta herî jor. Girtî li dijî van binpêkiran hîşyariyan dikin û bertek nîşan didin. Di çarçoveya van hişyarî û bertekan de  di 25'ê Hezîranê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 3 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn û piştî daxwazên wan hatin bicihanîn çalakiya xwe bi dawî kirin. Piştî vê li Girtîgeha Curnê Reş a Tîpa T ya Rihayê jî 5 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe ji derve re peyam şandin û banga piştevaniyê li gel kirin.     Xwişka girtiyê bi navê Serhat Bulut ku di Girtîgeha Tîpa T ya Hîlwanê de di grevê de ye Hayam Bulut diyar kir ku zext û zordestiya li ser girtiyan qet bi dawî nabe û di rewşa pandemiyê de ev zext her ku diçin zêde dibin. Hayam di berdewamiyê de diyar kir ku birayê wê bi rêya telefonê bi wan re axiviye û gotiye, “Mafê me tê binpêkirin û me li dijî van binpêkirinan dest bi çalakiyê kir. Em niha 5 heval di grevê de ne ger ku wisa biçe wê çalekî mezintir bibe. Hevalên me ên ku nexweşiya wan a giran heya nabin nexweşxaneyê. Têkiliya me bi îdarê re jî qut bûye. Odeya 10 kesan em 20 kes têde dimînin. Di hemû aliyan de em pirsgirêkên mezin dijîn. Heta ku daxwaza me neye cîh emê çalekiya xwe bidin berdewam kirin û pêwîst bike em ê tev bi hev re bikevin çalekiyê. Ji ber ku di girtîgehan de kiryarên keyfî li ser me tên meşandin. Xwedî li çalekiya me derkevin."   'Lêgerîna tê kirin jiyana wan dixe talûkê'   Hayam di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: "Bi hênceta koronoyê girtî mafên xwe yên weke werzîş, bêhndanê û hevdîtina bi malbatên xwe re nikarin pêk bînin. Hejmara girtiyan a di qawîşan de gelek zêde ye. Amurên paqijyê, av, amurên xweparastinê ji girtiyan re nayên dayîn. Pereyê ku em bi kargoyê dişînin piştî hefteyan digihêje destên wan. Lêgerîna tê kirin jiyana wan dixe talukê. Ango di asta tacîzê de ye. Pirtuk, rojname û kovar ji wan re nayên dayîn û bi awayek keyfî tên qedexekirin. Birayê min û hevalên xwe daxwaza tiştek mezin nakin, ew tenê mafê xwe dixwazin. Di şert û mercên asayî de divê em bi berpirsyaran re van pirsgirèkan çareser bikin. Lê mixabin kes me muhatap nagire. Em ji rewşa jiyana wan bi gûmanin. Ev çend carin ew ketine grevê. Ji ber vê çalakiya ku dikin li bedena wan nexweşî peyda dibin. Bila şert û mercên girtiyan bên sererastkirin."   'Em ê heta dawî mafên xwe biparêzin'   Dayika gitiyê bi navê Mehmet Bînîcî Emîne Bînîcî ku di grevê de ye jî bal kişand ser jiyana Mehmet û got: "Zarokên min hîna dema  biçuk bûn bavê wan jiyana xwe ji dest da.  Min ew bi zahmetî mezin kirin. Dema mezinbun jî bi gefa dewletê re rûbirû man. Zarokên min bi zextan re rûbirû man û berî ku yê din bê berdan ê din digirtin. Lawê min mehmet li HDP'ê dixebitî hat girtin û 10 sal ceza danê û ev 4 sale ku girtî ye. Li girtîgehan jî bi zextan re rûbirû dimînin. Lê ez tim bi wan bi doza wan serbilindim. Di demên dawî de Mehmet diyar dike ku mafên wan tê binpêkirin û dibêje, 'Di qawuşekê de em 20 kes dimînin. Nexweşiyên kronîk ên weke bironşît û astim bi min û gelek hevalên min re hene. Lê tedaviya me nayê kirin û me terkî mirinê dikin'. Lawê min dibêje ku ew ê heta dawî mafên xwe biparêzin."   'Ez banga hestiyariyê dikim'   Emîne di berdewamiya axaftina xwe de got divê hemu kesên bi wijdan li dijî vê rureşiyê berteka xwe nîşan bikin û wiha berdewam kir: "Bi sedan kesên diz, qatil û destdirêjî kirin bi hinceta pandemiyê hatin berdan. Lê bi hezaran ciwanên ku sucê wan tenê kurdayetiye di girtîgehan de hatin hiştin. Divê em li dijî vê rawestin. Ez tenê ji bo lawê xwe bang nakim ji bo hemû girtiyên siyasî banga piştevaniyê û xwedîderkeinê dikim. Ev  doz ne doza me tenê ye. Divê hemu rayedar û welatî li dijî binpêkirina mafan serî hildin. Em serbilindin û emê hertim li dijî zilmê hebin."   'Derman nadin wan’   Dayika Îsa Bînîcî yê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê dimîne Naîme Bînîcî jî diyar kir ku dema lawê wê zanîngeh dixwend hatiye girtin, hîna sedema girtina wî nizain û wiha berdewam kir: “Heta ku lawê min hat girtin gef li ser kêm nebûn. Niha jî ev gefên wan ne qediyane. Di nava çar dîwaran de wan bê derman dihêlin û terkî mirinê dikin. Lawê min dibêje ku ew di warê paqijî û ewlehiyê de li girtîgehê pirsgirêkan dijîn. Dewletê hemû diz, kesên destdirêjî kirin û kujer serbest berdan, lê bi sedan girtiyên sîyasî ên ku bê sûc girtî ne di hindir de ne. Lewra gelek ji wan nexweşiya wan a kronik heye û gelek girtî ji temenê wan mezin e. Em banga xwedîderketina li girtiyan dikin. ”   ‘Xwedî li gitiyan derkevin’   Neîmeyê herî dawî diyar kir ku ew ji ber ji rewşa lawê xwe bi fikare xwarin di gewriya wê re naçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ji rewşa lawê xwe bi gûman im. Lawê xwe min bi zahmetî xwedî kir ev çend care canê xwe da ber mirinê û bê guman ev ji wê zererê bide tendirustiya wî. Divê bi lezgînî mafên girtiya were dayîn. Em hertim şopdarên doza girtiyan û mafên wan in. Ew mafdarin û divê hemû kes xwedî li wan derkeve.”