ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'Î 2020-07-04 09:00:00       *Girtiyên siyasî ên li hemberî binpêkirina mafan li girtîgehan dest bi çalekiya greva birçîbunê ya bêdem û dorveger kirine bang li gel û rayedaran dikin ku xwedî li çalekiya wan derkevin. BI DÎMEN   *Endama Koordînasyona Kongraya Star a Herêmê Firatê Elmas Romî, derbarê berxwedan û têkoşîna Zehra Berkel de wiha got: "Zehra îrade, hêz û dilxweşiya xwe di nava me de hişt, îro jî em dibînin her kes behsa berxwedan û têkoşîna Zehra dike. Em ê xwedî li keda rêhevala xwe Zehra derkevin, şopdarê rêya wê bin û xeyalên wê pêk bînin." BI DÎMEN   *Ayşe Şenyigit ku 17 sal e debara xwe bi çêkirina tenûrê dike diyar kir ku divê jin li her qadên jiyanê bixebitin û hişmendiya civakê ya li hemberî xwe têk bibin.  BI DÎMEN   *Li Agiriyê hevşaredarên bi projyên xwe hewl didin ji bo pirsgirêkên jinan bibin hêvî, ji bo jinan qadên civakî ava dikin. BI DÎMEN   *Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve der barê hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken ya ku qeyûm tayînê şûna wê bûbû, îdianame hat amadekirin û ji endamtiya rêxistinê ji 5 salan heta 10 salan ceza hat xwendin.   *Tora Piştevaniyê ya Kadikoyê, mala Hatûn Başaran ya ku tenê dijî ji nû ve çêdike. Ji Tora Piştevaniyê Tugçe Ozçelîk wiha got: “Em hêza xwe ji piştevaniyê digirin. Heta ev piştevanî neqede, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” BI DÎMEN   * Jinan bertek nîşanê girtina endama Koordînasyona Jinan a Amedê, Arîn Zumrut dan û diyar kirin ku ev êrîş li dijî rêxistinbûna jinan e û gotin: “Lê ev êrîş wê pêşî li têkoşîna me negirin. Divê demildest Arîn bê berdan. BI DÎMEN   *Marîe Curîe ya bi xebatên xwe yên di qada radyasonê de di cîhana zanistê de eleqeyek mezin dît, yekane jinan ku du xelatên Nobelê girtiye. Nîşeyên Marîe hîna jî tên lêkolînkirin. PORTRE   *Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên bi daxwaza darizandineke adîlane ketin rojiya mirinê, rewşa wan her diçe giran dibe. Parêzer Ayşegul Çagatay ji bo dosya li dadgeriyê got: “Hewcedarî bi sekinandinê tune. Hevalên me di rojiya mirinê de ne. Divê demildest biryar xera bibe. BI DÎMEN   *Parêzera OHD’î Sevda Aydin da zanîn ku îşkenca li aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn hatiye kirin her tiştî dide nîşandan û got: “Sedema desthilatdariyê ya pêkanîna vî sûcî hebe ku rejîma tirsê bi êrîşa li hember bedena jinê bidomîne.” BI DÎMEN    *Jina bi navê Hizniya Osman ‘Keça kurd’ ya çanda xwe diparêze, bi keda destên xwe peykeran çêdike û her peykerek çîrokek wê heye. Hizniya anî ziman ku parastina çandê parastina hebûnê ye û wiha got:"Dayikên me watedariya kevnariya hunerê ya kurdî parastin û dema li pêşiya me jî qal dikin dixwestin ku em jî vê mîrateyê biparêzin û ji nifşên piştî xwe re jî pêşkêş bikin. Hunera destên jinê jêdera dîrokê ye û çanda jinê diparêzê."BI DÎMEN