Diyar Ozer: Tecrîd çavkaniya pirsgirêkan e 2020-07-03 09:06:41   AMED - Dîlek Diyar Ozer tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Ji bo tecrîd ji holê rabe divê kanalên demokratîk bikevin dewrê.”   Rêvebera Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Girtî û Malbatên Girtiyan a MED (MED TUHAD-FED) Dîlek Diyar Ozer, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê demildest bê rakirin.   ‘Pêkanînek dijmirovî ye’   Diyarê destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li girtîgehan e û got gel tê îzolasyonkirin û di bin tecrîdê de ye û wiha pê de çû: “Tecrîd ji bo gelan bi taybet jî ji bo Gelê Kurd tê wateya ku çand, zimanê wan bê tunekirin. Asta tecrîda li derve bandorê li girtîgehan dike, rewşa tecrîda li girtîgehan jî bandorê li ser civakê û Gelê Kurd dike.”   ‘Çavkaniya hemû pirsgirêkan e’   Diyarê bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser jinan û bi lêv kir ku her roj jinek tê qetikirin û ev jî hatiye asteke ku tenduristiya civakê xerakirine û got: “Ev di heman demê de nîşan dide ku jin zêdetir di bin tecrîdê de ye. Tecrîdkirina jinê dîsa pisgirêkê girantir dike. Tecrîd çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Di pêvajoya pandemiyê de rewşa girtiyan giran bû. Bi dehan jinên bi zarokên xwe re girtî ne hene. Li cihekî ku îzolasyon hebe mirov nikarin bêjin ku aborî pêş ketiye.”   ‘Divê demildest tecrîd bê rakirin’   Diyarê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev pirsgirêk li ser Gelê Kurd tê meşandin û daxuyakirin ji bo rakirina tecrîdê divê demildest kanalên demokratîk bikevin dewrê. Diyarê her wiha daxuyakirin ku divê tecrîda li girtîgehan, tecrîda aborî, civakî demildest bê rakirin.