'Ez her tim ji xwe bawer bûm' 2020-07-03 09:02:01   AMED - Piştî ku Henîfe Gunduz hevjînê xwe winda kir ji bo vê jiyanek din dest pê kir. Henîfe di serî de ji bo zarokên xwe li ber xwe da û piştre jî berxwedan ji bo Henîfeyê bû rêbazeke jiyanê.   Li ser vê erdnegariyê gelek jin bi jiyana xwe ji gelek jinan re bûn mînak. Di serî de ji bo zarokên xwe li ber xwe didin û têkoşîna jiyanê didin, lê piştî demek ev tişt dibe rêbazeke jiyana wan jinan. Hanîfe Gunduza 79 salî, li dijî nêzîkatiya civak, serdestiya mêr û qelsiya aboriyê bi salan li ber xwe da. Henîfe Gunduz li gundê Baxcaxê yê navçeya Çinarê ya Amedê bi tena serê xwe zarokên xwe mezin kir.  Henîfe ji ajansa me re qala serpêhatiyên xwe kir.   Henîfeyê di 24 salî de hevjînê xwe winda kir û piştî ku hevjînê xwe winda kir jiyana wê bi tevahî guherî. Henîfe wiha dest bi axaftina xwe kir: "Brûskê hevjînê min xist û hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Ez vê demê 24 salî bûm û ez bi 4 zarokên biçûk re bi tena serê xwe mam. Min nedizanî ka ez çi bikim. Lê ez neçarbûm ku ji bo zarokên xwe li ser piyê xwe bimînim û zarokên xwe xwedî bikim."   'Min cotkarî û sewalkariyê kir'   Henîfe, behsa çawa li ser piyê xwe mayî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min pezê xwe firot û ji xwe re erazî kirî. Min dest bi çotkariyê kir. Her wiha ligel cotkariyê min sewalkariyê jî kir. Ji aliyek ez diçûm paletiyê û aliyek jî min pezê xwe didot. Vê demê zarokên min biçûk bûn û cihê ku ez zarokên xwe bihêlim tunebû. Kesekî alîkariyê bide min tunebû. Kes nedihat hewara min. Dema ez diçûm zeviyê min zarokên xwe jî ji xwe re dibir. Hem bêje min zarokên xwe li zevî û çolan mezin kir.”   'Ez her tim bi xwe bawer bûm'   Henîfeyê ku bi salan bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê da bi ser ket û wiha bal kişand ser rewşa xwe: "Ligel hemû dijwartiya jiyanê ez bi xwe bawerbûm û ez bi ser ketim. Ez şev û roj bi tena serê xwe xebitim. Di jiyana min de tenê kar, xebat û bawerî hebû. Her wiha ji ber ku rewşa aboriya gundiyan jî nebaş bû nedikarin alîkariyê bidin di dema zevî çandinê de."   '13 salan gundî nêzî me nebû'   Henîfe wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinek weke min li gund bi zarokan re tenê mayîn zehmet bû. Nêrîna gundiyan gelek caran li hemberî min ne baş bûn. 13 salan gundî xwe nêzî me nedikirin. Li gorî gundiyan xwarin û vexwerina me herema bû. '“13 sal şêniyên gunda me ji me dûr ketin û li gorî wan xwarin û vexwarina me helal nebû. Jiyaneke têr û tijê bû. Keça min jî niha li cem mine û 52 salî ye û em niha bi hev re dijîn. Zarokên min yên din zewicin û her kes li gorî xwe jiyanek afiran."