'Li dijî hemû krîzan û dorpêçkirinê em li berxwe didin' 2020-07-03 09:01:07   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê dorpêçkirina herêmê de anîn ziman ku ew bi derfetên xwe debara jiyana xwe dikin û wiha gotin:"Piştî Zagona Qeyser ket meriyetê şûnde Rejîma Sûriyeyê li ser qadê me dorpêçek daye destpêkirin. Ev dorpeç jî jiyanê zehmet dike. Em dîsa bi derfetên xwe hewil didin jiyana xwe bidomînin. Li dijî hemû krîzan û dorpêçkirinê em li berxwe didin."   Piştî Zagona Qeyser ket meriyetê şûnde Rejîma Sûriyeyê dorpêça li ser Şehbayê zêde kir. Loma ji bo hatina pêdiviyên jiyanî jî şêniyên Şehbayê zehmetiyan dikişînin. Li gor derfetên heyî  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkariya gel dike û projeyên çareseriyê pêş dixe. Têkildarî van mijaran jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe parve kirin. Têkildarî mijarê jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe anîn ziman.    'Em jî li mala xwe li gor derfetên xwe tedbîrên xwe digirin'   Jina bi navê Reniye Şêxo behsa aloziya Sûriyeyê kir û wiha got:"Ev deh sal in aloziya Sûriyeyê dewam dike. Herî dawî jî ji aliyê Emerîqayê ve Zagona Qeyser hat ferzkirin. Bi Zagona Qyser jî di aliyê aborî de zextek li ser gel çêbû. Piştî Zagona Qeyser jî Rejîma Sûriyeyê li ser qadên me dorpêçek daye destpêkirin. Vê dorpêçê jî zirûfa me ya jiyanî giran kir. Ruxmê ewqas kirîza aborî Rêveberiya Xweser di her aliyî de alîkariya gel dike. Em jî li mala xwe li gor derfetên xwe tedbîrên xwe digirin, heta ku ev pirsgirêk çareser bibe."   'Li dijî hemû krîzan û dorpêçkirinê em li berxwe didin'   Zeyneb Hemdoş a ku li ber mala xwe fêkî diçîne wiha got:"Ev bû du sal em ji Efrînê koçber bûne. Rêveberiya Xweser gelekî alîkariya me kir. Niha li tevahî Sûriyeyê kirîzek tê jiyîn. Li dijî vê krîzê em li gor derfetên xwe tedbîrên xwe digirin. Niha ez li pêşiya mala xwe fêkî û şênkayiyê diçînim û debara malbata xwe wiha bi rê ve dibim. Her wiha Rêveberiya Xweser jî di her aliyî de alîkariyê dide me  û wiha em debara mala xwe bi rê ve dibin. Li dijî hemû krîzan û dorpêçkirinê em li berxwe didin."   'Dorpeç li ser gelê Şehbayê hat ferzkirin'   Jina bi navê Cîhan Arêf Ebdo jî ji bo kirîza ku di nav de derbas dibin wiha got: "Piştî krîza aborî dorpeçek ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve li ser şêniyên Şehbayê hat ferzkirin. Niha jî em wek gel pir zehmetiyan dijîn. Ruxmê hemû zehmetiyan bi alîkariya Rêveberiya Xweser jiyana me bi rê ve diçe. Bi salan e em zehmetiyên mezin dikişinîn lê em hêviya xwe ya jiyanê winda nakin û têkoşîna xwe didomînin. Li dijî êrîşên dewleta tirk û dorpêçkirina Rejîma Sûriyeyê em li berxwe didin."