ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-03 09:00:00   *Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê dorpêçkirina herêmê de anîn ziman ku ew bi derfetên xwe debara jiyana xwe dikin û wiha gotin:"Piştî Zagona Qeyser ket meriyetê şûnde Rejîma Sûriyeyê li ser qadê me dorpêçek daye destpêkirin. Ev dorpeç jî jiyanê zehmet dike. Em dîsa bi derfetên xwe hewil didin jiyana xwe bidomînin. Li dijî hemû krîzan û dorpêçkirinê em li berxwe didin." DÎMEN HEYE   *Piştî ku Henîfe Gunduz hevjînê xwe winda kir ji bo vê jiyanek din dest pê kir. Henîfe di serî de ji bo zarokên xwe li ber xwe da û piştre jî berxwedan ji bo Henîfeyê bû rêbazeke jiyanê. BI DÎMEN    *Kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên wekî Ehrar El-Şerqiyê, Artêşa Nîştîmanî a Sûriyê ango Ceyîş El-Wetnî EL-Sûrî, Sultan El-Mûrad, Firqeya Hemzata û hwd. yên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bi taybet li dijî şêniyên Serêkaniyê û gundewarên navçeya Til Temirê kiryarên dijmirovî pêk tînin. Niha li Serêkaniyê kevneşopiyên DAIŞ'ê didin meşandin. Jinên Serêkaniyê nikarin bê çarşefa reş derkevin derve. Beriya 6 mehan du xwişk ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin. Li dijî qetilkirin û binpêkirina mafan bêdengiya navneteweyî dewam dike. JI PÊNÛSA JINAN   *Parêzer Summeye Goksu da zanîn ku newekheviya zayenda civakî xwe li her qadê daye hîskirin û got di dosyayên şîdeta li ser jinan de hempîşeyên wê zêde hewl nadin. Midûra Polîtîkayên Jinan a Giyadînê Benazîr Aydemîr jî li dijî şîdeta mêr balkişand ser girîngiya piştevaniya jinê. DÎMEN HEYE   *Jinên Kurd her dem bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xistine. Bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşengiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin û gelek jin ji koletî û zilmê rizgar kirin. Jinên mîna Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî bûn çavkaniya azadî û serkeftinê. Her ciqaş mirov qala qehremantiya jinên têkoşer bike kêm dimîne, lê bi domandina doza wan em dikarin xeyalên ku li pey xwe hiştine pêk bînin.  DÎMEN HEYE   *Dîlek Diyar Ozer tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Ji bo tecrîd ji holê rabe divê kanalên demokratîk bikevin dewrê.” BI DÎMEN   *Bertekên li dijî qanûna ku ji bo sûcên destdirêjiya li zarokan bi riya zewacê efûyê tîne, didomin û jinên Îzmîrê dan zanîn ku sûcê tecawizê nayê efûkirin û got divê her kes li dijî qanûnê rabe ser piyan. BI DÎMEN   *Li Geliyê Zîlanê ku girêdayê Erdîşê ye,90 sal berê komkujî hat jiyîn û hîna jî şopên komkujiyê hene. Halîme Bîlîcî da zanîn ku piştî salan şûnde li herêmên cuda komkujî pêk hatine û got ev nikarin bên jibîrkirin. DÎMEN HEYE   *Fazîlet Davut ya 14 salî li Edenê ji 8’ê Hezîranê de winda ye. Dayika wê Helva Davut got: “Ev nezelalî li zora min diçe. Qe nebe em bizanibin dijî an na. Em perîşan bûne.” BI DÎMEN   *Çaremîn lingê kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ ya Meclîsa Jinan a HDP’ê dabû destpêkirin didome û di çarçoveya vê de wê gelek çalakî û bername bên lidarxistin. BI DÎMEN