Li Mûşê lehî: 50 mîh fetisîn 2020-07-02 13:41:02   MÛŞ - Duh berê êvarê, li Gundê Xaskoy û navçeya Milezgîrê yên Mûşê baran zêde bariya û lehî rabû. Di encama lehiyê de 50 mih di avê de fetisîn.    Duh berê êvarê li Gundê Xaskoy û Navçeya Milazgirê yên Mûşê baran zêde bariya û lehî rabû. Ji ber lehiyê 50 mih di avê de fetisîn. Dîsa gelek zeviyên çandiniyê zerar dîtin. Li Gundê Tendûrek û Bostanqaya yên Mliazgirê ji ber barana zêde lehî rabû. Li Gundê Bostanqaya 50 mihên di nava lehiyê de man fetisîn. Herwiha zeviyên 15 gundan jî ji ber barana zêde zerar dîtin.